ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-27 09:00:13 * Dozger ji ber rojnameya Yenî Yaşamê li mala Hatûn Aslan a 71 salî hatibû destserkirin 15 sal cezayê girtîgehê jê re xwest.   *  Hevjîna girtiyê nexweş Ayhan Polat, Firûze Polat wiha got: “Êdî bila ev zilm bi dawî bibe.”    * Hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Îsa Gultekîn ê li Girtîgeha Tarûsê jiyana xwe ji dest dabû herî dawî jî destên wî kelemçekirî birine nexweşxaneyê.    * Latîf Abî 58 salî ye. Gundê wan hatiye valakirin û koçî navenda Wanê kiriye. Debara xwe bi berhevkirina kartonan dike û tevî gelek zehmitiyan jî neçare bixebite û nan bibe nav zarokên xwe.    * Gulîzar Îpek bi hêceta tevli protestoyên danîna qeyûm bûbû li ser fermana qeyûm ji karmendiyê hatibû avêtin. Îpek bi biryara dadgehê li karê xwe hat vegerandin.    * Nobeta "edaketê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 50'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê didome.    * HDP û CHP dê komcivînên xwe li Meclisê dar bixin. (10.45-13.30)   * Koordînatorê Giştî yê Enternasyonala Pêşverû David Adler, li Otela Square ya li Taqsîmê civîna çapameniyê li dar bixe û piştî bi ku dildarê Tora Piştevaniya Zanîngeha Bogazîçiyê re hevdîtin bike dê li avahiya DÎSK'ê bi Seroka Giştî Arzû Çerkezoglû re bê gelhev. (10.00-15.00)   * Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesên ku di sala 2019'an de li Mêrdînê di şermezarkirinên tayînkirina qeyûman de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan dê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Mêrdînê bê dîtin. (11.30)   * Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo binçavkirina hevserokê xwe Rifat Ronî li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar bixe.  (13.00)   * Ridvan Unal ku ji Girtîgeha Duzceyê hat berdan, têkildarî serboriya xwe li girtîgehê û binpêkirinên mafan ên şahidiya wan kiriye li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîneke çapameniyê li dar bixe. (13.00)   * TUHAYDER'a Çûkûroavayê li Mersînê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyanî bide. (13.00)