Dozger ji ber rojnameyê 15 sal ceza ji dayika 71 salî re xwest 2021-04-27 09:06:33 AMED - Dozger ji ber rojnameya Yenî Yaşamê li mala Hatûn Aslan a 71 salî hatibû destserkirin 15 sal cezayê girtîgehê jê re xwest.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 27’ê sibatê û 3’yê adarê de derbarê 27 rêveber û endamên MEBYA-DER’ê de biryara binçavkirinê dabû. Gelek ji van rêveber û endaman hatibûn girtin. Yek ji van kesên hatine girtin jî rêvebera MEBYA-DER’ê Hatûn Aslan e. Dozger îdianameya derbarê van 29 kesan de temam kir. Dozger di îdianameyê de îdia dike ku têkiliya MEBYA-DER’ê û PKK’ê bi hev re heye û van rêveber û endaman jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sûcdar dike.    Di îdianameya hûrguliyên derbarê Aslan de jî gelek balkêş in. Aslan ji “endamtiya rêxistinê” tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de tê gotin ku di axaftina bi telefonê ya Aslan, flaş belek, kartê SD, telefon û materyalên din ên dîjîtal de ku hatine lêkolînkirin tu ûnsûrek ku bibe sûc nehatiye dîtin.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li mala Aslan dema serdegirtinê rojnameya Yenî Yaşam ku tu biryarek berhevkirinê derbarê wê de nîne hatiye desteserkirin wek sûc hesabindiye û her wiha di îdianameyê de îmzeya Aslan a di biryara deftera komeleyê û girteka ku bexşa ji bo komeleyê kiriye û he wiha du daxuyaniyên çapemeniyê yên komeleyê jî wek delîltiya “sûc” hatiye nirxandin.    YENÎ YAŞAMÊ WEK SÛC HATIYE NIRXANDIN    Lê îdianameyê de nirxandinek balkêş jî têkildarî rojnameya Yenî Yaşamê hatiye kirin. Di îdianameyê de hatiye gotin ku Yenî Yaşamê bi sernavê “Operasyona Garê” dewletê sûcdar kiriye û van du hejmarên rojnameyê li mala Aslan jî ku hatine desteserkirin wek sûcdarî hatiye dîtin.    HETA 15 SALAN CEZA TÊ XWESTIN    Di îdianameyê de îfadeyên şahidek nepen jî cih digirin. Dozger di îdianameyê de îdia dike ku Hatûn Aslan “endama rêxistinê ye” û ji 7 sal û 6 mehan bigire heta 15 salan cezayê zindanê jê re dixwaze.