Li GGM’a Aydinê penaberek hewl da întihar bike 2021-04-27 12:36:59   AYDIN – Hat hînbûn ku li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Aydinê penaberekî afgan hewl daye întihar bike û dawî li jiyana xwe bîne lê ji ber ber ku hatiye ferqkirin hatiye xelaskirin.    Hat hînbûn ku duh li Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Aydinê penaberekî afgan hewl daye întihar bike û dawî li jiyana xwe bîne. Hat diyarkirin ku penaberê xwestiye întihar bike, beriya niha bi qasî 3 mehan li Navenda Paşve Şandinê ya Harmandalê ya Îzmîrê hatiye girtin û piştre bêyî ku belgenameyên qeydan û rê bidinê wî şandine Denîzliyê. Dema ku xwestiye qeyda xwe li Îdareya Koçê ya Bajar çêbike radestî cendirmeyan hatiye kirin û piştî 4 rojan ji GGM’a Aydinê re hatiye şandin.    PARÇEYÊN POTAN DESTESER KIRINE   Penaberekî ku bi penaberê xwestiye întihar bike re li heman navendê dimîne xwe gihand ajansa me û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Dûh saet di 23.00’an de me ji hewadariyê girtin qawişên me. Nêzî saetek şûn de agahî hat ku penaberekî afgan hewl daye întihar bike û hatiye xelaskirin. Hevalên penaberê ku xwestiye dawî li jiyana xwe bîne hevalên wî ew bi derencê ve daleqandî dîtine û xelas kirine. Karmendên GGM’ê agahî dane cendirmeyan û cendirmeyan ew bi xwe re birine. Dema ku me xwest navê wî hin bikin û hîn bibin ku wî dibine kur agahî nedan me. Hemû qawişan vala kirin û lêgerîn pêk anîn. Li qawişan şelte, xawlî û qayişên me ji me girtine. Parçeyên potan ku ji me şelteyan je kiriye û ji xwe re kirine qayiş jî ji me girtin. Mirovên li vir ji ber ku xwe bi tenê û neşar hîs dikin hewl didin întihar bikin. Em dixwazin ku heyetên serbixwe bên û em derdê xwe ji wan re bibêjin.”   NE CARA YEKEMÎN E   GGM’a Aydinê ji 26 GGM’ên Tirkiyeyê yek e û timik bi tundî û memeleya xerab dibe rojev. Li vê navendê di 24’ê sibatê de jî penaber afgan Sayyîd Umît Sadat întihar kiribû. Sala par di 14’ê nîsanê de penaberkeî din jî hewl dabû întihar bike.