MED-DER: Dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe 2021-04-27 14:23:45 AMED - Rêveberê MED-DER'ê Rêzan Aktûlûm bertek nîşanî binçavkirina hevserokê wan Rifat Ronî da û wiha got: "Em bi armanca van operasyonan baş dizanin û em aşkera dikin ku ew ê tu dildarê/a zimên gaveke bi tenê jî paş ve navêjin, dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir bibe." Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), têkildarî binçavkirina hevserokê xwe Rifat Ronî li avahiya xwe civîna çapameniyê li dar xist. Endam û rêveberên MED-DER'ê beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêveberê MED-DER'ê Rêzan Aktûlûm axivî.    'DILDAREKÎ ZIMAN ÇIMA TÊ GIRTIN?'   Aktûlûm, diyar kir ku di 26'ê nîsanê de dîsa çavên xwe bi qirkirina siyasî, çandî û zimanî vekirine û wiha got: "Di serdagitina malan de tevî bi dehan sîyasetmedar û dildarên zimên, Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê Rifat Ronî jî hat binçavkirin. Dildarekî zimên çima tê girtin. Xwedîderketin û parastina ziman û çandê çima we tengezar dike? Em bi armanca van operasyonan baş dizanin û em aşkera dikin ku ew ê tu dildarê/a zimên gaveke bi tenê jî paş ve navêje, dê têkoşîna me ya çandî û zimanî xurtir û bilintir bibe."   KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN DEMILDEST BERDIN   Aktûlûm, destnîşan kir ku bi serdegirtin û binçavkirinan nikarin xeta demokratîk kirîmînalîze bikin û wiha axivî: "Em dest ji daxwaza mafên xwe yên hatine binpêkirin bernadin. Em teslîmê pişaftinê nabin. Ji ber van sedeman em operasyonên kirkirinê qebûl nakin, em van operasyonan bi tûndî şermezar dikin û daxwaz dikin ku kesên hatine binçavkirin demildest werin berdan."