CPJ'ê xwest nûçegihanê ANF'ê Hesen tavilê bê berdan 2021-04-27 14:55:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastinê ya Rojnamevanan a Navneteweyî, xwest nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen ku dema şopandina nûçeyê li Silêmaniyê hatibû binçavkirin, tavilê bê berdan.   Komîteya Parastinê ya Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ), têkildarî binçavkirina nûçegihanê ANF'ê Rêbaz Hesen ku dema şopandina nûçeyê di 25’ê nîsanê de li Silêmaniyê hatibû binçavkirin daxuyanî da. Nûnerê Afrîkaya Bakûr û Rojhilata Navîn ê CPJ’yê Miguel Delgado, derbarê girtina Rêbaz Hesen de ev tişt got: “Rayedarên kurd ên bakûrê Iraqê dibêjin ji azadiya çapemeniyê re rêzê digirin lê ev binçavkirin vê gotinê rast nake.” Delgado, xwest ku Rêbaz Hesen demildest bê berdan û rojnamevan û dezgehên ragihandinê karê xwe bi azadî û bêtirs bikin. Delgado, aşkera kir ku têkildarî destgîrkirina Rêbaz Hesen peywendî bi Mekteba Ragihandina Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) re çêkirine, lê YNK'ê hê hê bersiv nedaye wan.