TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin 2021-04-27 15:30:50   MÊRSÎN - TÛAYDER’a Çûkûrovayê, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û destnîşan kir ku wê AKP ji rewşeke neyînî ku li girtîgehan biqewime berpirsyar be.    Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TÛAY-DER) a Çûkûrovayê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK’î û PAJK’î li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin, li avahiya xwe ya li Mersînê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê û gelek kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de rêveberê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş axivî.    JI 12’Ê ÎLONÊ GIRANTIR BÛ   Altûntaş, diyar kir ku bi hinceta Kovîd-19’ê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûne û da zanîn ku pêkanînên li girtîgehan ji 12’ê Îlonê girantir bûne û ev rewş tê raporkirin. Altûntaş, anî ziman ku ji ber desthilat ji bo rakirina tecrîda ser Ocalan gavên şênber neavêtin, li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye û bi lêv kir ku berî ku rewşa tendurîstiya çalakgeran xerab be divê desthilat gavên şênber biavêje. Altûntaş, diyar kir ku daxwazên girtiyan hem li gorî qanûnên netewî hem li gorî qanûnên navnetewî ne û wiha got: “Di serî de Wezareta Dadê divê hemû rayedar berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Heke rewşeke neyînî li girtîgehan bi qewime dê AKP berpirsyar be û em bang dikin desthilat vê pêvajoyê bişopîne.”     Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.