Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin 2021-04-27 17:09:20   EDENE - Mehmet Saît Ozdemîrlî yê nexweşê penceşêrê ku li Girtîgeha Kurkçulerê dimîne, li gel hemû nerazîbûnan jî bi awayekî kelemçe tedawiya kemoterapiyê dibîne.   Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne, di hevdîtina telefonê de ya heftane ya bi malbata xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê parve kir. Karakaş, diyar kir ku Mehmet Saît Ozdemîrlî yê nexweşê pençeşêrê ji bo bê tedawîkirin ji Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê anîne Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê.    Karakaş, da zanîn ku piştî ku teşhîsa penceşêrê danîn ser Ozdemîrlî, ew hatiye emeliyatkirin, tedawiya kemoterapiye hatiye destpêkirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ji dermanan zêdetir ji wî re moral û motivasyon lazim e. Ozdemîrlî, di hatin û çûyîna nexweşxaneyê bi pêkanînên kêfî re rûbirû dimîne. 5 saetan bi awayekî kelemçeyî tedawiya kemoterapiyê dît. Li gel ku çend caran îtîraz kir jî dîsa kelemçe nehatin derxistin. Dema ji nexweşxaneyê anîn jî şûna qawişê xistina hucreya yek kesî de. Her roj di saet 14.00’an de deriyê hucreya wî vedikin. Ev 10 roj in Ozdemîrlî di bin tecrîdê de ye.”   DI HUCREYA YEK KESÎ DE YE   Karakaş, da zanîn ku Abdûlah Baybarîz ê ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Kurkçûlerê bûye, ji roja ku hat heta niha bi awayekî kêfî di hucreya yek kesî de tê girtin.