Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan 2021-04-27 20:40:38   SILÊMANÎ - Rojnamevan Rêbaz Hesen ku dema nûçe dipopand di 25'ê nîsanê de ji aliyê Asayîşa Silêmanî ve hatibû binçavkirin. Piştî bertekên li dijî binçavkirinê û xwedî derketina li Hesen hat berdan. Hat zanîn ku bi dehan kesên ku di binçavan de ne ketine grêva birçîbûnê.   Li Silêmaniyê di 25'ê nîsanê de xelkê li dijî operasyona Tirkiyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê meş li dar xist û şermezar kiribû. Asayîşa Silmêniyê mudaxileyî meşê kiribû û gelek kesan binçav kiribû. Di mudaxileyê de rojnamevan Rêbaz Hesen ê nûçe dişopand jî hatibû binçavkirin.    Ev 2 roj bûn agahî ji Hesen nedihat girtin û piştî bertekên li dijî binçavkirinê û xwedîderketina Hesen îro hat berdan.    Hesen ê hat berdan anî ziman ku rewşa wî baş e. Hesen destnîşan kir ku bi dehan kesên di binçavan de ketine greva birçîbûnê, 8 jê jin, 55 kes hatine binçavkirin û temenê hin kesan jî mezin in.