Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-04-28 08:52:29   STENBOL - Karkerên Sînbo û SML'ê yên ji ber daxuyaniya 1’ê Gulanê duh hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Karkerên Sînbo û SML'ê yên ji ber ku bûbûn endamên sendîkayê bi Kod-29'ê ji kar hatibûn derxistin, duh dema ku xwestibûn li ber Fabrîkaya Etîket a SML'ê ya li navçeya Avcilarê ya Stenbolê, li dijî biryara qedexekirina 1'ê Gulanê daxuyanî bidin, polîsan mudaxaleyî wan kiribû û destûr nedabû daxuyaniyê. Di encama mudaxaleyê de nûçegihanê me Muhammet Enes Sezgîn, nûçegihana Jinnewsê Sena Dolar, nûçegihana Kizil Bayrakê Kardelen Yogungan jî di nav de 33 kes hatibûn binçavkirin. Hemû karker û rojnamevanên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.