ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN 2021-04-28 09:00:07   * Eylem Gurtekîn bertek nîşanî newergirtina cenazeye birayê xwe yê PKK’yî ku li Şaxê di gora komî de veşrtî ye da û got: “Çima hûn cenazeyên însanan nadin wan. Daxwaza me gorek e.”    * Psîkiyatrîst Îsrafîl Bulbul destnîşan kir ku feqîriya aborî û şerê heyî însanan ber bi întîharê ve dibe û sedema întîharan jî bêtir xizaniyê nîşan dide.    * Qeyûmê Êlihê Hulusî Şahîn ji bo îmaja qeyûmtiyê birêkûpêk bike ji budçeya şaredariyê bi 825 hezar lîreyî bi şirketekî fîlmên “spot” da çêkirin. Ev spot di bin navê nûçeyan de li televîzyonên alîgir hat belavkirin.    * Rêxistinên civakî yên sivîl ji ber salvegera 10’emîn a koçberiya ji Sûriyê, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ava kirin. Rêxistinên sivîl dibêjin “Çavkaniya nijadperestiyê ew e ku kesê nijadperestiyê dike ye” û dixwazin ji derd û birîna penaberan re bibin derman.    * Şêniyên Wanê diyar kirin ku bi destpêkirina ji binî ve qedexekirinê wê bêkar bimînin û wê nikaribin debara xwe bikin û wê xelk birçî bimîne.    * Şêniyên herêma Geliyê Îşkencedere ya girêdayî navçeya Îkîzdereyê diyar kirin ku bi çêkirina kana keviran re wê ava gundê wan tune bibe û gotin: “Em daristana xwe ji dewletê diparêzin.”    * Mahiye Polat destnîşan kir ku cendirmeyan zext li wan kiriye ku biçin ber avahiya HDP’a Amedê û got: “Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim.”    * Penaberê ji afgan ê li GGM’a Aydinê tê ragirtin diyar kir ku karmendên li wir zextan lê dikin ku biçe li welatê xwe şer bike û ew jî naxwaze vegere welatê xwe.   * Çalakiya rûniştinê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliya Rihayê di roja 51'emin de wê dewam bike.   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike de, wê li navçeyên Rezan, Yenîşehîr, Peyas û Sûrê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Li Amed û Stenbolê, derberê pîrozbahiyên 1'Gulanê de, dê daxuyanî bên dayîn. (12.00-14.00)   * Rêxistina EMEP'ê ya Mêrsînê, têkildarî pandemiyê û qedexeyan, wê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê  li dar bixe. (12.30)   * Şaxa DEDEF'ê ya Mêrsînê, bi armanca şarmezarkirina cezayê girtîgehê yê li Serokê xwe yê Giştî Alî Haydar Ben hatiye birîn, wê  li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê civîna çepemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya  Stenbolê, rapora derbarê binpêkirinên mafan ên di mehên Çile, Sibat û Adarê de, li girtîgehên Marmarayê rû dan de amadekiriye, dê li şaxa xwe ya Beyoglûyê, ji raya giştî re aşker bike. (13.00)