Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye 2021-04-28 09:00:47   ÎDÎR - Eylem Gurtekîn bertek nîşanî newergirtina cenazeye birayê xwe yê PKK’yî ku li Şaxê di gora komî de veşartî ye da û got: “Çima hûn cenazeyên însanan nadin wan. Daxwaza me gorek e.”    Li zozanên navçeya Şaxê ya Wanê di cotmeha sala 1998’an de şer diqewime û gelek endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest didin û bi komî tên veşartin. Di 20’ê nîsanê de danişîna 31’emîn a doza ku malbat hestiyên zarokên xwe werbigirin hat lidarxistin û daxwaza malbatan hat redkirin. Yek ji van cenazeyan ango hestiyan jî aydê endamê PKK’ê Abdullah Gurtekîn e. Xwişka Gurtekîn, Eylem Gurtekîn diyar kir ku wergirtina cenaze mafê wan herî sirûştî ye û ew ê wek malbatên wan cenazeyan pêvajoyê bişopînin.    'ÎŞKENCE LI CENAZEYAN KIRINE’    Gurtekîn da zanîn ku gorek aydê birayê wî nîne û got: “Jixwe wan kuştiye, qet nebe bihêlin ku malbat hestiyên xwe werbigirin. Em tenê vê dixwazin. Ji bo vê çi hewce bike jî em ê bikin. Doz hatin vekirin û parêzer hatin wezîfedarkirin. Em dixwazin bila êdî kêlikek gora aydê birayê min hebe. Jixwe ji vê saetê şûn ve em nikarin tiştekî biguherînin. Me pêvajoyek dijwar derbas kir. Wêneyê cenazeyê birayê min nîşan dan. Hem îşkence li cenazeyan kirine, hem jiyana wan kuştin e û hem jî wêneyên wan nîşanî me didin. Ev tiştek pir bi pêş e. Em ê qet vê êş û kulê ji bîra nekin. Me tu encamek erênî jî ji pêvajoya dozê wernegirt. Vê pêvajoya me hemûyan heland. Ez dixwazim vê bipirsim; gelo însan ji mirî ditirse? Jixwe bi qasî ku we xwestiye îşkence û zilmê li wan kiriye. Lê tevî vê yekê jî hûn cenazeyên însanan nadin wan. Ev êşek bêderman e.”