Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin 2021-04-28 09:02:21   STENBOL – Rêxistinên civakî yên sivîl ji ber salvegera 10’emîn a koçberiya ji Sûriyê, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ava kirin. Rêxistinên sivîl dibêjin “Çavkaniya nijadperestiyê ew e ku kesê nijadperestiyê dike ye” û dixwazin ji derd û birîna penaberan re bibin derman.    Li Sûriyê di sala 2011’an de şerê navxweyî dest pê kir. Piştî şer dest pê kir bi milyonan însan berê xwe da rêya penaberiyê. Vê koçberiyê rê li ber drama mirovahiyê vekir. Tê gotin ku nêzî 10 milyon însan ji war û cihê xwe bûne. Cara ewil penaberên ji Sûriyê di 29’ê nîsana sala 2011’an de derbasî Tirkiyê bûn. Hat zanîn ku di nava van 10 salan de nêzî 5 milyon penaber ji Sûriyê hatine Tirkiyê. Statûya penaberiyê nedan gelek ji van penaberan. Penaber li kampan di nava jiyana herî kambax û zor de man. Penaberên sûriyê li Tirkiyê bi sedan car ji ber zimanê cihêkariyê û polîtîkayên nijadperestiyê bi êrişan re rûbirû man. Tevî ku 10 sal di ser vê koçberiyê de derbas bû jî îqtidara Tirkiyê polîtîkayek ji bo penaberan li pêş nexist û van penaberan her tim li dijî Ewropayê wek “koz” bikar anî.    Saziyên wek Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Şopandina Koçberiyê bi wesîleya salvegera 10’emîn a koçberiya penaberên Sûriyê, Platforma Piştevaniya bi Penaberan re ava kir.    Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberê Komeleya Şopandina Koçberiyê Ahmet Baran Çelîk têkildarî sazkirina vê platformê axivîn.    SEDEMÊ KOÇBERIYÊ ŞER Û BIRÇÎBÛN E    Gulseren Yolerî destnîşan kir ku sedemê herî mezin ê koçberiyê şer û birçîbûn e û hêj li welatê van penaberan şer diqewime û divê ji bo şer û birçîbûnê çareserî were lipêşxistin. Yolerî anî ziman ku ji roja penaber ji Sûriyê hatine Tirkiyê nayên parastin û ji ber zimanê cihêkariyê û gotinên nefretê bi êrişên giran re rûbirû man, gelek penaber hatin kuştin û ji van kuştiyan jî gelek ji wan bi destê polîsan pêk hatin. Yolerî got ji kiryar û kujerên van êrişên nefretê û cînayetan dikin jî ji ber polîtîkaya bêcezatiyê nayên cezakirin û divê pênaber bi mafên xwe werin parastin. Yolerî destnîşan kir ku zarok û jinên penaber jî di şertên herî xerab de dijîn û bi polîtîkaya cihêkariyê re rûbirû dimînin. Yoleri da zanîn ku ji 4 milyonan zêdetir penaberên ji Sûriyê li Tirkiyê hene û ji van penaberan tenê sala par destûra xebatê dane 32 hezar penaberan. Yolerî got lazim e ku çawa di destûra bingehîn û peymanên navnetewî de hatiye nivîsandin, wisa mafê penaberan bidin wan.    TIJE ÊŞ Û TRAJEDÎ YE    Ahmet Baran Çelîk jî destnîşan kir ku 10 sal in bi çavê “mêvanan” li penaberên Sûriyê tê mêzekirin û polîtîkayên heta îro hemû li ser vê yekê hatin hesabkirin û birêvebirin. Çelîk got ew jî pirs dikin gelo meriv bi 10 salan dibin mêvan? Çelîk destnîşan kir ku 10 sal in penaber li Tirkiyê bi pirsgirêkan re rûbirû dijîn û ew ji kîjan aliyî ve li meseleyê dinêrin tije êş û trajediye. Çelîk got li Tirkiyê hatiye wê merheleyê beşek mezin ê civakê ji penaberan nefretê dikin û ev jî ji ber zimanê cihêkariyê pêk tê. Çelîk destnîşan kir ku armanca Platforma wan ava kiriye jî ew e ku bi penaberan re piştevaniyê bikin û pirsgirêkên penaberan bikin rojev û bikin ku bi her awayî xwedî li penaberan were derketin û bi polîtîkayên cihêkarî û êrişan re rûbirû nemînin û mafê wan were parastin.    MA / Ferhat Çelîk