Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne 2021-04-28 11:49:01   AMED – 11 kesên roja roja Duşemê, di sedegirtinên malan de hatibû binçavkirin, 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.    Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, polîsan roja Duşemê li navenda Amedê bi awayekê hemwext bi ser mala 11 kesan de girtin û binçav kirin    Di serdegirtina malan de, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ramazan Karakaya, Hamît Onûr, Mûrat Ondeş, Sadik Tosûn, Hevserokê HDP’ê yê Peyasê yê berê Kadrî Akkaya, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê yê berê Mehmet Bakir, Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî, endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Zekî Bagcik, endamê Mecîsla Şaredariya Rezanê Nûrettîn Bakan, endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.  Di lêpirsîna têkildarî 11 kesên ku bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” tên sûcdarkirin de, biryara veşartinê hat dayîn    Hat diyarkirin ku îfadeya 11 kesên ku 3 roj in li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin, wê îro bê girtin. Li bendêye ku 11 kes heya sibe sewqî edliyê bên kirin.