Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe 2021-04-28 15:15:46   ENQERE – Di meha 112’emîn a Komkujiya Roboskî de Hewldana ji bo Roboskî Edalet, banga pêkanîna edaletê kir û bi bîr xist ku ji bo tu komkujiyê demborî nabe.   Di ser Komkujiya Roboskî ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê pêk hat û 19 jê zarok bi giştî 34 kesan têde jiyana xwe ji dest da re 112 meh derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskî Edalet, derbarê meha 112’emîn a komkujiyê de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke çapameniyê li dar xist.  Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp, Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatîn Kanat û rêveberê şaxê Sevîl Tûrgût tevlî civînê bûn.   XWÎN JI BIRÎNA ROBOSKÎ DIHERIKE   Di civînê de Endamê Hewldana ji bo Roboskî Edalet Tanjû Gunduzalp, di civînê de axivî û diyar kir ku di ser komkujiyê de 9 sal derbas bûne lê hê jî edalet pêk nehatiye û wiha got: “Meclisê komîsyon ava kir lê darazê komkujiyê fêhil kir. Li erdnîgariya ku edalet lê pêk neyê pêşî li komkujiyan nayê girtin. Roboskî birîna ku xwîn jê diherike ye. Ji bo Roboskî û hemû komkujiya heta ku em edaletê pêk neynin em ê ranewestin. Roboskî azmûna dewlet û desthilatê ye. Li vê erdnîgariyê rêya aştî û edaletê destpêkê di Robpskî re derbas dibe. Roboskî şerm û lêgerîna edaletê ye. Ji bo tu komkujiyê demborî nabe.”