Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir 2021-04-28 15:53:39   ÎZMÎR – Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê, bangî malbatên ku bi beralîkirina polisan li li pêş avahiya wê rûniştine kir û got ku muxatabê wan AKP û MHP ne.    Zêdetirî mehekê ye bi arestekirina polisan hejmarek malbat li pêş avahiya HDP’ê ya Îzmîrê çalakiya rûniştinê li dar dixin. HDP’ê ya Îzmîrê, derbarê malbatan de di bin dorpêça polisan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Siyaseta demokratîk nayê astengkirin” hat vekirin.    QEREQOLA SEYAR   Hevserokê HDP’ê yê Bajar Kadîr Baydûr, di daxuyaniyê de axivî û di destpêka axaftina xwe bertek nîşanî dorpêça polisan a li dijî wan da û diyar kir ku meheke li ber avajiya qereqola seyar hatiye danîn. Baydûr, da zanîn ku têkildarî mijarê bi Şaxa Ewlehiyê re hevdîtin kiriye û ji Walîtiyê jî randevû xwestine lê bersiv ji wan re nehatiye dayîn.    MUXATAB AKP-MHP NE   Baydûr, destnîşan kir ku bedkarî li malbatên anîne pêşiya avahiya wan tê kirin û ev bang li malbatan kir: “Muxatabê malbatên li vir AKP-MHP ne. HDP partiya honandina pêkve jiyan, aştî û xwiş û biratiyê ye. Ji ber vê divê malbat êş û dengê xwe bigihînin hikûmetê. Ev bi tevahî senaryo ye. Divê gelê Îzmîrê vê wiha bizanibe. Di rewşeke provokatîf de dê gel partiya xwe biparêze. Bi krîmînalîzekirina HDP’ê hûn nagihijin tu encamê. Em banî hikûmet û walîtiyê jî dikin û dibêjin ku divê vê rewşa ku tê bedkirin ji holê bê rakirin. Ev qereqola seyar siyaseta me ya demokratîk asteng dike.”   Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya “HDP gel e, gel li vir e” û lîlandina tilîliyan bi dawî bû.