ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-04-28 16:43:32   RIHA – Ji ÎHD’ê heyetek serdana Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edalet” digire kir. Heyeta ÎHD’ê diyar kir ku malbata Yildiz ji aliyê dewletê ve tê parastin.    Serdanên Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakiya rûniştinê li dar dixin didomin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray û Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Sînan Taştekîn jî di nav de ji şaxên ÎHD’ê yên Mersîn, Amed, Dîlok û Rihayê heyetek serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kir. Ferît Şenyaşar derbarê dosyaya dozê de heyetê agahdar kir.    Şenyaşar, diyar kir ku komkujî li pêşberî kameriyan pêk hatiye û wiha got: “Bavê min li ber çavên dayika min hat qetilkirin. Nepeniya derbarê komkujiya li nexweşxaneyê didome. Bi yekdestî kujer diparêzin. Edalet tunebe jî em ê daxwaza edaletê bikin. Piştevaniya we ji bo me girîng e û em bi piştevaniyê li ser piya ne.”   ‘POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ’   Alîkarê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Rehşan Bataray jî axivî û ev tişt gotin: “Roja ku hatiye avakirin ve ÎHD bi bêceahiştinê re têdikoşe. Li ber çavê gelek kesan komkujî pêk hat lê helwesta darazê polîtîkayên becezahiştinê raxist ber çavan. Em li cem têkoşîna we ne. Piştî Baratay Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Sînan Taştekîn jî diyar kir ku malbata Yildiz ji aliyê dewletê ve tê parastin û wiha got: “Wê rojekê hevdîtinên di navbera vê malbatê û dewletê de bi dawî bibin. Wê biryara nepeniyê bê rakirin. Em hêvî dikin ku ji bo tiştên girantir pêk neyên polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe. Em ê bi we re di nav piştevaniyê de bin. Em tev xemgînin.”   Emîne Şenyaşar jî ji heyete re qala tiştên ku di nav 1 rojan de bi serê wan de anîne kir.