Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket 2021-04-28 20:09:39   DERSIM - Li gundê Buyukkoyûn ê girêdayî navçeya Pulurê piştî operasyona leşkerî hat destpêkirin li daristanê şewat derket.    Li herêma gundê Buyukkoy a girêdayî navçeya Pulura Dersimê di saetên nîvro de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku piştî operasyon hat destpêkirin li daristanê şewat derket û tîmên temartinê şewatê kontrol kirin e.    HERÊM HATIYE QEDEXEKIRIN    Keyayê gundê Buyukkoyê Comerd Erenler piştî şewata daristanê daxuyanî da û wiha got: "Ez bi rayedarên leşkeran re axivîm. Gotin li herêmê operasyon heye. Şewat li cihekî derketiye û hatiye kontrolkirin. Niha operasyon berdewam dike. Çûnehata herêmê hatiye qedexekirin. Naxwazin kes biçe herêmê. Em jî dişopînin ka wê çi encam bide."