‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’ 2021-04-29 09:00:31 AMED - Endama Desteya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merva Demîrcan anî ziman ku di encama polîtîkaya bêcezatiyê de jin li ber çavan bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin.  Di nava welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD) yek ji welatên herî zêde tundî li jinan tê kirin Tirkiye ye. Tundiya jinan tê kirin ketiye astek civakî û her ku diçe zêde dibe. Li ser vê yekê jî Peymana Stenbolê ku mafên jinan mîsoger dikir ji aliyê îqtidarê ve hat fesixkirin. Bi vekişandina ji Peymanê re di mehekê de herî kêm 30 ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.    Endama Desteya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Merva Demîrcan tundiya li ser jinan nirxand û xwest ku hikumet û daraz polîtîkayên li dijî jinan di ber çavan de derbas bike.    DI SALEKÊ DE HEZAR Û 303 SERLÊDAN    Demîrcan destnîşan kir ku ji 1’ê nîsana 2020’an heta 1’ê nîsana 2021’an hezar û 303 jinan ji ber tundiyê, hevberdanê, nafaka, şopandina dosyeyên cezayê, parastinê, doza nifûsê serî li Navenda Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê dane. Demîrcan anî ziman ku dema ew daneyên salek dawî li ber çavan digirin tabloyek xeternak heye û div ê pêvajoya dawî de tundiyek zêde li ser jinan tê kirin û di warê hiqûqî de her çiqas hewldan tên kirin jî tiştek ku biguhere nîne.    BI DESTÊ DARAZÊ TERKÎ KUŞTINÊ TÊN KIRIN    Demîrcan da zanîn ku rayedarên dewletê çi endamên darazê û çi jî polîs û cendirme dibin xemsar nêzî serlêdan û daxwazên jinan dibin û gelek caran ji ber vê xemsariya darazê û qerqolan jin tên kuştin û terkî kuştinê tên kirin. Demîrcan anî ziman ku bêcezatiya faîl û kujer dike ku bûyerên tundiyê û kuştinê zêde bibin û dema faîl nayê cezakirin hin bêtir hêzê digire û bêtir zirarê dide jinan. Demîrcan got pileya tundiyê nîne û di encama polîtîkaya bêcezatiyê de jin li ber çavan bi destê darazê teşvîkî mirinê kuştinê tên kirin.    DIVÊ HIKUMET Û DARAZ POLÎTÎKAYAN DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE    Demîrcan bal kişand ser fesixkirina Peymana Stenbolê û got her çiqas were gotin ku peyman hatiye fesixkirin lê ji bo wan hêj ev biryar ne derbasdar e û hêj di meriyetê de ye. Demîrcan destnîşan kir ku tundî pirsgirêkek zîhniyet û civakî ye û ji bo çareserkirina tundiyê pêwîste hikumet û daraz polîtîkayên xwe di ber çavan re derbas bikin û guh bidn daxwazên rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên jinan.    MA / Eylem Akdag