Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in 2021-04-29 09:00:32 AMED - Esnaf û welatiyên Amedê ji ber belavbûna koronayê berpirsiyar hikumetê nîşan dan û gotin li welatê xelkê dema qedexeyên ji binî ve dest pê dikin dewlet alîkariyê dide welatiyên xwe lê li Tirkiyê dewlet alîkariyê ji xelkê berhev dike.  Li Tirkiyê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hejmara miriyan û pêketiyan zêde bûye. Li ser vê yekê hikumeta AKP’ê serî li tevdîrên nû xist û biryar girt ku wê îro ji saet 19.00’an heta 17’ê gulanê qedexeya ji binî ve dest pê bike. Esnaf û welatî ji ber vê rewşê bi gazinc in û dixwazin desteka civakî û aborî ji bo xelkê were kirin. Esnaf û welatiyên Amedê jî di vê derbarê de nêrînên xwe û gazinên xwe anîn ziman.    ‘DEWLET JI XELKÊ ALÎKARÎ DIXWAZE’    Fatîh Îzîmçîk ê karê emlake dike diyar kir ku krîza aborî ya li welat însanan xistiye rewşek zor û di pêvajoyek wiha de qedexeya ji binî ve wê hin bêtir xelkê bixe rewşek zor. Îzîmçîk ji ber polîtîkayên hikumetê ku nikare bi welatiyên xwe re bibe alîkar rexne kir û got: “Wê bi vê rewşa qedexeya ji binî ve hin bêtir rewşa aborî ya xelkê nebaş bibe. Rayedar ji bo pirsgirêkên aborî yên xelkê tu tiştek nakin. Wê dewlet însanan di malê wan de bihêle lê qet alîkarî nake. Li Ewropayê an jî li welatên xerîb dema nahêlin însan ji malê xwe derkevin, pêdiviya wan ji aliyê dewletê ve tê dabînkirin. Lê mixabin li welatê me li şûna ku dewlet alîkarî bike, ji welatiyan alîkarî dixwaze.”   ‘DIVÊ DEWLET ALÎKARIYÊ BIKE’    Ogûz Bariş ê karê muhasebê dike jî da zanîn ku ji bo qedexeya ji binî ve dereng jî hatiye mayîn û got: “Xwezî ev biryar ji serê adarê ve bihata girtin. Wê niha rewş aramtir bûya. Divê dewlet bi xelkê re bibe alîkar û piştevaniyê bide.”    ‘KES WELATIYAN NAFIKIRE’   Ji şêniyên bajêr Azîz Çetîn jî destnîşan kir ku tevî biryarên qedexeyan jî AKP’ê ewyanan bi dev re kir û kongreyên xwe li dar xist û ew ji ber vê yekê bi hêrs e. Çetîn anî ziman ku divê tenê ne welatî tevdîran bigirin û sedemê herî mezin ê zêdebûna koronayê mitîng û kongre ne. Çetîn bertek nîşanî piştevaniya ji bo welatiyan nayê kirin jî da û got: “Xelkê me jixwe perîşan e. Lê ne di xema kesî de ye. Di wan qelebalixiyên wan de vîrûs belav nabe lê di dikanekê de belav dibe? Her kes di nava zoriyan de ye. Kes welatiyan nafikire. Bila turîst werin kêfê bikin û em jî di malên xwe de li wan temaşe bikin.”    KETIYE XEMA WÊ ÇAWA DEYN BIDE    Talat Çetîn ê esnafiyê dike jî got ew bi vê biryara qedexeya ji binî ve ku beriya arîfeya cejnê pêk hat aciz e û got: “Esnaf hew maye ku bigirîn. Em nizanin em ê çawa deynên tiştên me ji bo amadekariyên cejnê keriyê bidin.”   XELK NE DI XEMA WAN DE YE    Welatiyê bi navê Mehmet Kanî jî destnîşan kir ku ji serê destpêka koronayê ve dewlet ne ji dil e û got: “Îqtidar bi van biryaran ne xelkê xwe û berjewndiyên xwe difikire.”    BI VÎ AWAYÎ NABE    Hafîze Dûrcan Ozcan a teqewît jî destnîşan kir ku bi vî awayî qedexeya ji binî ve ne rast e û heke wisa bibe û alîkarî neyê kirin wê însan ji binî ve mexdûr û perîşan bibe.    JI BER BERJEWENDIYÊN SIYASΠ   Avnî Çelîk ê esnaf jî anî ziman ku ji destpêkê ve îqtidarê bi şiklek serkeftî pêvajoyê bi rê ve nebir û ji tabloya îro hikumet berpirsiyar e. Çelîk destnîşan kir ku hikumetê ji ber berjwendiyên xwe siyasî xelkê anî di van rojan re derxist.    MA / Ergîn Çaglar - Cahît Olmez