Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê 2021-04-29 15:34:10   AMED – Li navçeya Erxeniyê ji ber pandemiyê gundê Amedî kirin qarantînayê.   Di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê gundê Amedî kirin qarantînayê. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, ji ber hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li gund zêde bûne tevdîrên qarantînayê li ser gund hatine pêkanîn. Ji bilî îstisnayan ji gundiyan hatiye xwestin ku ji malê xwe dernekevin û têketin û derketina gund ji çûn û hatinê re hatiye girtin.