Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man 2021-04-29 15:39:33 STENBOL - 11 şevnişînên karkerên Kurd ên ji bo kar ji Agiriyê hatin Stenbolê û tê de dijiyan, bêyî ku tu hincet bê nîşandan û dem bê dayîn hatin hilweşandin. 28 karkerên Kurd ên nekarin alavên xwe ji malan derbixin, 4 rojin li kolanê dijîn.   Ji ber ku 11 şevnişînên li Kolana Kuyu ya girêdayî taxa Mecîdiyekoy a navçeya Şîşlî ya Stenbolê ya  ku penaberên Kurd lê dijîn hat hilweşandin, 28 kerkerên ji Agiriyê  ji bo kar hatibûn Stenbolê bê mal man û 4 rojin li kolanê dijîn.  Ekîbên şaredariyê, bi sedan polîs û zabitayan re roja Duşemê di saetên serê sibê de, hatin taxê û beyî ku tu hişyariyekê bikin, dest bi hilweşandina malan kirin. Ciwan ji ekîban xwestin ku dem ji bo wan bê dayîn, lê ekîban ev daxwaza ciwanan qebûl nekirin. Ji ber vê karkeran nekarin alavên xwe jî ji malê de derbixin.   ALAVÊN WAN DIBIN XIRBEYAN DE MAN    Li ser hilweşandina malan, ciwana karîn tenê çend parçe eşya ji malan derbixin. Weke din televizyon, makîneya cil şûştinê, taximên wan ên qoltixan û hemû amûrên wan ên didin bin xirbeyan de man.   4 ROJIN LI KOLANÊ DIMÎNIN   Karkerên Kurd ên mala wan hat hilweşandin û amûrên wan dibin xirbeyan de man, 4 rojin di ketina Dibistana Seratayî ya Mecîdiyekoyê de, radizin. Karkerên li derve mane, ji ber qedexeya sibe dest pê bike, nizanîn wê çi bikin.   MA / Îdrîs Sayilgan