Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin 2021-04-29 16:52:13   COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, anîna malbatên bi polîsan re ya li pêş avahiya xwe şermezar kir. Polîsan daxuyaniya HDP’iyan a li pêş Walitiyê asteng kirin.    Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê, anîna malbatên ji aliyê wezaretê ve û bi polîsan re ya li pêş avahiya xwe şermezar kir. HDP’ê dorpêçkirina avahiya partiya xwe li pêş Walitiyê şermezar kir. Polîsan bi hêceta qedexeyên çalakiyan ên Walitiyê nehiştin ku HDP’î li pêş Walitiyê daxuyaniyê bidin. Piştî niqaşên derketin HDP'iyan li pêş avahiya xwe daxuyanî dan.    ‘ÇIMA QEDEXE TENÊ JI ME RE YE’   Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven, di daxuyaniyê de pirsa “Heke ku qedexe hene çima ji van malbatên ku li vir kom dibin re nînin? kir û wiha got: “Bila Walîtî ewilî qedexeya xwe pêk bîne. Me Walitî agahdar kir ku em ê çalakiya xwe bikin. Em ji we destûrê naxwazin.”   ‘EV ÇALAKIYEKE DEMOKRATÎK E’   Seven, bi bîr xist ku ligel qedexeyan jî, her hefte polîs van malbatan tînin li pêş avahiya partiya wan û wiha axivî: “Hemû navbeynên ku li dor partiya me tên girtin. Em ne li dijî çalakî û daxuyaniyên demokratîk in. Lê girseya ku tînin li pêş avahiya me li pêş çapemeniyê her carê heqaretan li me dikin. Ev kesên tînin vir dikarin li pêş çavên polîsan keviran biavêjin avahiya me. Ji kengî were heqaretkirin, xeber gotin û kevir avêtina partiyekê bûye çalakiya demokratîk?”