1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin 2021-04-29 16:53:38   STENBOL – DÎSK, KESK, TTB, TMMOB’ê kesên ku di 1’ê Gulana 1996’an de jiyana xwe ji dest dabûn li cihê ku êriş li wan hatibû kirin bi bîr anîn û kedkarên tenduristiyê jî li pêş nexweşxaneyan bi daxuyaniyan 1’ê Gulanê pîroz kirin.    Endam û rêvebrên DÎSK, KESK, TTB, TMMOB’ê li otoparqa Şaredariya Kadikoyê hatin gelhev û Hasan Albayrak, Dûrsûn Odabaş û Yalçin Levent k udi 1’ê Gulana 1996’an de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Zuleyha Gulum, Oya Ersoy û Serpîl Kemalbay, Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû û Şaredarê Kadikoyê Şardil Dara Odabaşi jî di nav de nûner û rêveberên gelek partiyên siyasî û bi dehan karker tevlî bîranînê bûn. Di bîranîna ku bi rêz girtinê dest pê kir de dûrişmeyên mîna "Bijî yek Gulan" û "Taqsîm qada 1’ê Gulanê ye" hatin berzkirin.   WÊ KARKER BIXEBITIN   Di bîranînê de daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin Hevseroka Giştî yê KESK’ê Aysûn Gezen xwend. Gezen, diyar kir ku bi nêzbûna 1’ê Gulanê re li Stenbolê pêkanînên Rewşa Awarte zêde bûne û wiha got: “Karker li dijî her cure nehaqiya ku li wan tê kirin, ji bo parastina mafên xwe dixwazin mafên xwe yên bingehîn bi kar bînin. Lê bi êrişên polisan re rûbirû dimîmin. Derxistina karkeran a bi Kod-29’ê didome. Karker bi birçîbûnê re têdikoşin. Di van şertan de derdê desthilatê li şûna têkoşîna li dijî pandemiyê kêmkirina hejmaran e. Hemû paket ji bo dilxweşkirina sermayeye ye. Polîtîkayên ku karker radestî mirinê tên kirin didomin. Gotin girtina giştî. Lê ji bo karkeran tu tişt tuneye. Wê bi milyonana karker bixebitin.”   JI HERKESÎ RE DERZÎ   Gezen daxwazên karkeran jî wiha rêz kir:   “* Di vê herkes bê derzîkirin û piştgiriya aborî bê kirin. Ji bilî karên lezgîn û zarûrî 4 hefte çerx negerin!   * Ji bo kedkarên ku dema dixebitin nexweş dikevin bila nexweşiya wan weke qezaya kar û nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin!   * Bila zilma Kod-29 û destûr bêpere bi dawî bibe!   * Bila fona sîgortiya bêkariyê li şûna karsazan ji karker û bêkaran re bê veqetandin!   * Bila jêbirînên hemû bacan û bihaya asgarî bên sifirkirin!   * Bila li dikî bêkariyê istihdama cemaweriyê bê zêdekirin, kedkarên cemaweriyê yên bi neheqî ji kar hatine avêtin careke din bên girtin û dema xebatê bê dirêjkirin!   * Bila lî şûna projeyên qetilkirina xwezayê ji derzî û piştgiriyên civakî re budçe bê veqetandin!   * Bila bac ji kesên zêde qezenç dike zêde yên kêm qezenc dikin jî kêm bê girtin! Bila bacên malên zarûrî û fatoreyên ceyran, av, gazasiruştî û ragihandinê bên sifirkirin!   * Bila astengiyên li pêşiya rêxistinbûn, azadiya peymana komî û mafê grevê bên rakirin!”   KEDKARÊN TENDURISTIYÊ 1’Ê GULANÊ PÎROZ KIRIN   Kedkarên tenduristi yên endamên Şaxa SES’ê ya Aksarayê jî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Eyupsûltanê, Faqulteya Tipê ya Cerahpaşayê, Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Stenbolê, bi daxuyaniyên ku dan 1’ê Gulanê pîroz kirin.