ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN 2021-04-30 09:00:00 * Hevberdevkê HDK’ê yê Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul diyar kir ku pergala îşkenceya li Îmraliyê dixwazin belavî ser civaka Tirkiyê bikin û gava ewil a têkoşîna li dijî vê bixwedîderketina greva birçîbûnê dikare were avêtin.  * Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û ev bêhiqûqî ji ber atmosfera siyasî ya Tirkiyê pêk tên.   * Fîlîz Îbre ya li navçeya Qûlpê çandiniya fêkî û sebezeyan dike pêdiviya mitbexa xwe pê dabîn dike û hem jî debara xwe pê dike.    * Şaredariya AKP’yî ya Mûşê di sala 2018’an de milyonek û 817 hezar TL li ser sûra ji betonê çêkir xerc kir. Vê sûrê li taxê rê li ber hezîna axê vekir.    * Cezayê hefsa malê li endama Meclîsa HDP’ê ya berê Nîlgûn Salmaner hat birîn. Kelemçeya elektronîk li lingê wê dan û tevî ku xerabeyî bû jî 11 rojan di lingê wê de ma. Rojê du caran jî polîs çûn îmze ji Salmaner wergirtin.   * Malbata girtî Suphî Akbaş ê li Girtîgeha Gîresûnê tê ragirtin diyar kir ku 5 sal in lawê xwe nedîtine û dixwazin bînin girtîgehek nêzî wan.    * Cotkaran ji ber maliyeta ketanan zêde bûye bi gazinc in û gotin cotkariya bi sed hezaran donim erdên li Deşta Pirsûsê veguheriye ezyetê.    * Parêzer Ebrû Demîrtepe bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinan tê kirin û got jinên bi tundiya zayendî re rûbirû dimînin gelek ji wan ji ber zextên civakî bêdeng dimînin û jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin ji saziyên fermî bawer nakin.    * Wê Tirkiye ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê derbasî pêvajoya xwe mal de girtinê bibe. Esnafên Cizîrê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?"    * Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" ya li ber Edliya Rihayê, wê di roja 53'yemîn de dewam bike.   * KESK, TMMOB, Odeya Bijişkan a Îzmîrê  û Baroya Îzmîrê, bi boneya 1'ê Gulanê wê çelenk danin Qada Gundogdûyê. (11.00)