'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’ 2021-04-30 09:00:39 ÎZMÎR - Hevberdevkê HDK’ê yê Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul, diyar kir ku pergala îşkenceya li Îmraliyê dixwazin belavî ser civaka Tirkiyê bikin û gava ewil a têkoşîna li dijî vê bixwedîderketina greva birçîbûnê dikare were avêtin.  Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne 155 roj in bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger  de ne.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Bajêr a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul ji ajansa me re axivî û bal kişand ser tecrîd û greva birçîbûnê. Gul got divê tecrîd bi awayên civakî, siyasî û derûnî were lêkolînkirin.    Gul destnîşan kir ku sepana tecrîda li ser Ocalan yek jî parçeyên hevkariya navnetewî ya têkbirina Modernîteya Demokratîk e.    ‘DIXWAZIN HER KESÎ BI PERGALA ÎRMALIYÊ RAZÎ BIKIN’    Gul destnîşan kir ku dixwazin civakê hînî pergala îşkenceya li Îmraliyê bikin û wiha got: “Dixwazin civakê bi pergala Îmraliyê razî bikin. Ewilî ji Îmraliyê dest pê kirin, paşê jî li girtîgehên din û Kurdistanê belav kirin û paşê jî belavî ser tevahiya civakê kirin. Lewma divê meriv tecrîdê tenê di şexsê sepandina li ser kesekî nenirxîne. Meriv viya wek polîtîkayek li kesekî tê sepandin bixwîne, wê gelek kêm were mayîn. Rehendek tecrîdê ew e ku banga aştiya ya birêz Ocalan ji bo civakê dike ye were astengkirin. Rehendek din jî ew e ku bêhiqûqiya li Îmraliyê pêl bi pêl belavî ser tevahiya civakê bikin. Dixwazin vê bêhiqûqiyê û tecrîdê bi civakê bidin qebûlkirin. Îro ji hiqûq û ehlaq re sînor nayên naskirin. Di bingeha nêzîkatiyên faşîzmê de tecrîd heye. Ji ber van tiştan e ku tecrîd meseleyek civakî û siyasî ye.”    ‘TENÊ NE PIRSGIRÊKA GIRTIYAN E’    Gul da zanîn ku meseleya tecrîdê meseleyek civakî ye û wiha got: “Divê ku çareseriya wê jî civakî be. Ji ber pergala tecrîdê ku tê sepandin, civak dev ji mafên xwe berdide. A rast divê meriv viya bibîne û têkoşîna ji vir bixwîne. Çiqas bawerî, çand û entîsîte li Rojhilata Navîn hebin bi pergala tecrîdê dengê wan tê birîn û bênefest tên hitşin. Dema meriv di çarçoveyek wiha berfireh de lê meze neke, wê tenê aliyek li dijî tecrîdê têbikoşe. Dema meriv wisa li meseleyê binêre jî qey meriv dibêje tecrîd tenê meseleya girtîgehan e û ev pirsgirêk jî wisa çareser nabe.”    ‘TEVGEREK CIVAKÎ YA GIŞTÎ LAZIM E’    Gul diyar kir ku girtiyên li ber xwe didin tenê ne li dijî sepanên antidemokratîk ên zindanan derdikevin di heman demê de li dijî sepanên antî demokratîk ên derve jî derdikevin. Gul got girtî dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û ji bo vê yekê dengê xwe bilind dikin û got: “Berxwedêrên zindanan dibin deng û nefesa me hemûyan. Daxwaza wan ne ji bo rehetiya wan e. Ji bo siberoja welat û zarokên me ye. Daxwaza wan jiyanek azad û wekhev e. Divê meriv di vê çarçoveyê de tenê meseleye li ser pişta girtiyan nehêle û lazim e civak bêtir piştgiriyê bide wan û dengê xwe li dijî neheqiyan derxe. Ji bo vê yekê hestiyariya civakî û têkoşînek giştî lazim e. Tenê ne saziyên li Tirkiyê, saziyên navnetewî jî greva birçîbûnê ji nedîtî ve tên. Ji bo ev sazî bikevin tevgerê pêwîstî bi hestiyariyek civakî heye. Heta ku hestiyariya civakî neyê afirandin wê ev pirsgirêk çareser nebe. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêkê bi hestiyarî û têkoşîna civakî ve girêdayî ye. Pêwîste her aliyên civakî bi hestiyariya xwe xwedî li greva birçîbûnê derkevin.”     MA / Nacî Kaya