Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin 2021-04-30 12:16:35 ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, destnîşan kir ku operasyonên TSK'ê tenê bi herêma Metîna, Avaşîn û Zapê ne bi sînor e û wiha got: “Konsepta ku xwe li herêmek fireh bi cih bikin heye. Armanc dikin ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê ji destê wan derxin. Bi operasyonên li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê dixwazin gav bi gav dagir bikin."  Piştî Serokê DYA'yê Joe Biden û Serokomarê AKP'î Tayip Erdogan di 23'ê Nîsanê de bi telefonê axivîn û roja din DYA aşkere kir ku komkujiya Ermeniyan nas dikin, di heman şevê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li Herêma Federe a Kurdistanê dest bi operasyona eskerî kir. Piştî operasyona li Herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê dest pê kir, şer derket. Şerê di navbera TSK û Hêzên Parastina Gel (HPG) de hefteyek e didome. Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, têkildarî armanc û sedema operasyona TSK'ê nirxandin kir. Ozsoy, bal kişand ser rola DYA ya di operasyona dersînor de û wiha got: "DYA ne ji niha de piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Em tam nizanin ku çiqasî koordîne dike û çiqas piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Lê em dizanin piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Ji mêş ve piştgiriya operasyonan dide Tirkiyeyê. Niha niqaşên 'Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê tenê di asta îstîxbaratê de ango di asta pratîk de piştgiriyê dide operasyonê' bi awayekî pir ciddî tên kirin. Gumana ku Tirkiye, Herêma Federe a Kurdistanê û DYA li ser nokteyên hevpar koordine dibin pir zêde ye. Di destê me de daneyên teqez tune. Lê hemû geşedan û gavên tên avêtin vê yekê nîşan didin."    'GAV BI GAV LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI CIH DIBIN'    Ozsoy, bal kişand ser dema operasyonê û wiha axivî: "Kengî hêzên navdewletî destûr bidin Tirkiye dikare li dijî Herêma Federe a Kurdistanê operasyonê pêk bîne û wiha axivî: “Operasyonê wekî bi hinceta ’Ez li dijî PKK'ê şer dikim' nîşan didin. Lê gelek siyasetmedar dizanin ku armanca li Başûrê Kurdistanê ne PKK ye. Tirkiye gav bi gav li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih dibe. Bi hêsanî ji herêmê dernakeve. Li ser hin nokteyên diyar bi Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê re payman îmze kirine. Em hûrguliyê vê yekê nizanin lê hem li Rojav û hem jî li Herêma Kurdistana Başûr armanc dike ku di nava sînor de bi cih bibe. Dixwaze dagirkeriya eskerî bi vî şiklî mayinde bike."    PIRSGIRÊK BI OPERASYONAN ÇARESER NABE'    Ozsoy, da zanîn ku pirsgirêka Kurd bi operasyonan çareser nabe û wiha lê zêde kir: “Di serdema ez diçûm dibistana sereteyî de jî operasyonên bi vî şiklî hebûn. Niha ez 45 salî me û hêj ev operasyon didomin. Cihê çareseriya pirsgirêka Kurd Amed û Enqere ye. Ne operasyonên dersînor in. Yek ji meseleyên Rojhilata Navîn û Cîhanê yên herî girîng meseleya Kurd e. Niha li Iraq, Sûriye û Tirkiye tu îqtîdar nikarin hevsengiyekê ava bikin. Sedema vê yekê ji ber meseleya kurdan nayê çareserkirin e. Kesên di mijara siyasî de tu gotinan nabêjin; bi firandina 40 balafirên şer ên F-16'an kevir, zimar û çiyayên herêmê bombe dikin û dixwazin bi rêve bibin. Lê kêşeya Kurd bêtir mezin dibe. Dibe meseleya gerdûnî û navneteweyî. Ji rêveberiya Washingtonê destûrê bixwaze, bi rêveberiya Hewlêrê re li hev bike û Bextê jî bikin şirîkê xwe nikarin meseleyê çareser bikin. Bi vê yekê dê çawa têkiliyên xwe yên 40 milyon Kurdên li Rojhilata Navîn re pêş bixin?"    'TIRKIYE DIXWAZE LI HERÊMÊ BI CIH BIBE'   Ozsoy, anî ziman ku Tirkiye bi van operasyonên li Bakurê Kurdistanê û Rojava armanc dike ku dagirkeriya herêmê mayinde bike û wiha lê zêde kir: "Ez aşkere dibêjim sibê Iraq perçe bibe, gumana ku Tirkiye van herêman dagir bike pir zêde ye. Ji niha de amadekariya vê yekê dike. Niha bi van operasyonên eskerî li Kurdistanê bingeha vê yekê davêje. Ne tenê li dijî PKK’ê li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Rojhilata Navîn van operasyonan peş dixe. Dixwaze destkeftiyên Kurdan ên li herêmê ji destê wan bigirin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Her ku êrîş dikin û operasyonê pêk tînin pirsgirêka Kurd bêtir kûr dibe. Kurd di siyasetê de bêtir pêş dikevin."    Medya zêde cih nade van operasyonên herêma Metîna, Avaşîn û Zapê. Di demên borî de, beriya ku operasyon dest pê bike serkeftina xwe îlan dikirin. Lê operasyonên niha bi ser nakevin û ji ber vê yekê çapemenî radiweste. Niha nabêjin em têkevin qadê. Dibêjin em biçin qadekê zeft bikin. Dîsa bi vê operasyonê dixwazin têkiliya di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de qut bikin. Bi vê yekê armanc dikin ku destkeftiyên Kurdan ên Rojhilata Navîn ji destê wan bigirin. Ev hamle hem li dijî Rojava, hem li dijî Başûrê Kurdistanê û hem jî li dijî PKK'ê ye."      'KONSEPTEK FIREH E'    Ozsoy, herî dawî anî ziman ku armanca DYA ewe ku Hewler û Enqereyê bike şirîkê hev û wiha got: "Erdogan-Bahçelî bi serê xwe biryara vê operasyonê negirtine. Dixwazin Sûriye, Iraq û Kurdistanê ji nûve parve bikin. Rageşiya li Şengalê jî têkildarî vê parvekirinê ye. Polîtîkayên DYA yên ku KDP û Tirkiye bîne cem hev û bikin şirîkê hev ji berê de heye. Ji ber vê yekê operasyona li herêma Metîna, Avaşîn û Zapê tenê bi vê herêmê ne bi sînordar e."    MA / Selman Guzelyuz