Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin 2021-05-01 09:01:18 AMED - Mûsa Farisogûllari yê HDP’î piştî cezayê wî ji Doza KCK’ê hat erêkirin, parlamenteriya wî betal bû û hat girtin. Derbarê Farisogûllari de bi daxwaza 26 salan doz hat vekirin. Dadgeha Bilind cezayê li Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari hatibû birîn, pejirand û dosyeya wî şand Desteya Giştî ya Meclîsê. Parlamenterên AKP û MHP’ê parlamenteriya Farisogûllari betal kirin û di heman rojê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Amedê. Derbarê Farisogûllari de dozek nû bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat vekirin.    Ji ber Doza Sereke ya KCK’ê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” 9 sal cezayê hefsê li Farisogûllari hatibû birîn û niha ji ber wî cezayî di zindanê de ye. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiayên “endamê rêxistinê ye”, “propaganda rêxistinê kiriye”, “xelkê beşdarî civîn û xwepêşdanên deryasyî kiriye” û “bêçek beşdarî civîn û meşên deryasyî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye” du lêpirsînan derbarê Farisogûllari de bi rê ve dibir. Dozgeriyê lêpirsînan temam kir û bi daxwaza dosye bibin yek îdianame amade kir. Dozgeriyê îdianame şand 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û hat qebûlkirin.    HER TIŞTÎ KIRIN E SÛC    Farisogûllari di îdinameyê ji ber xebat û delgetiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê tewanbarkirin, her wiha guhdariyên li telefona wî û giliyên 5 şahidên nepen jî kirine mijara sûcariyê. Civînên ku beşdar bûyê û axaftinên wî sûc hatine dîtin. Daxuyaniya li dijî danîna qeyûm jî kirine mijara tewanbariyê. Xebat û beşdariya Farisogûllari ya Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî kirine sûc û wek “endamtiya rêxistinê” hatiye nirxandin.    BI GIŞTÎ 26 SAL CEZA HAT XWESTIN    Di îdianameyê de ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza, ji îdiaya “propaganda rêxistinê” ji salek û 6 mehan heta 5 salan ceza, ji îdiaya “xelkê beşdarî civîn û xwepêşdanên deryasyî kiriye” ji salek û 6 mehan heta 3 salan û ji îdiaya “bêçek beşdarî civîn û meşên deryasyî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye” jî ji salek û 6 mehan heta 3 salan ceza, bi giştî derbarê Farisogûllari de heta 26 sal û 6 mehan cezayê hefsê hat xwestin.    Danişîna ewil a vê dozê wê di 25’ê hezîranê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin.