Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê 2021-05-01 09:03:22 AMED - Ji taxa Kaynartepe ya Rezanê ji ber projeya veguherîna bajarvaniyê ya li ser pêşniyaza Şaredariya Rezanê pêk tê wê 5 hezar kes ji cihên xwe bibin. Odeya Plansazên Bajêr ji bo proje were revîzekirin serî li Wezareta Bajarvaniyê da.  Bi biryara Serokkomariyê ku di 25’ê îlona 2020’an de qadek ji 53 doniman pêk tê ya aydê taxa Kaynartepeya navçeya Rezana Amedê wek herêma xeternak hat ragihandin. Bi vê ragihandinê re ji bo taxê biryara projeya veguherandina bajarvaniyê hat girtin. Di biryarê de derket holê ku ev projeya bajarvaniyê ye û “pilana koçberkirina ji cihê xelkê” ye. Bi pêşniyaza “gefa terorê” ya Şaredariya Rezanê re di Biryarnameya Serokkomariyê de hildane çarçoveya veguherandina bajarvaniyê. Tê gotin wê di çarçoveya vê pilansaziyê de wê 5 hezar kes ji cihên xwe bibin ango wê koçber bibin. Li vî cihê ku tê xwestin porjeya bajarvaniyê were çêkirin, niha 6 hezar û 750 kes lê dijîn. Derket holê ku avahiyên di çarçoveya projeyê de werin çêkirin jî tenê têra hezar û 750 kesan dikin.    'HATIYE FERZKIRIN KU 5 HEZAR KOÇBER BIBE’    Di projeye de hatiye ferzkirin ku wê 5 hezar kes ji malên xwe koçber bibin û li ser vî hesabî proje hatiye çêkirin. Odeya Pilansazên Bajêr a Şaxa Amedê ji bo revîzekirina projeye serî li Wezareta Bajarvaniyê da.    Hevserokê Odeyê yê Amedê Çekdar Taşkiran wiha got: “Ev pilan li qadek ku ji 5.36 hektarî pêk tê hildide hundirê . Hatiye diyarkirin ku li vê qadê 6 hezar û 750 kes dijîn. Li gorî rapora wan li qada ku proje dê were çêkirin niha hezar û 345 mal hene. 171 kargeh, 53 qada deopyan, dibistanek, du mizgeft hene. Di raporê de hatiye gotin ku nifûsa vê deverê kêm dibe. Li ser ku hezar û 750 kes li qadê bicih bibin hatiye hesabkirin. Hatiye ferzkirin ku wê 5 hezar kes jî ji vê qada projeye koçber bibe. Temenê navçeyê 60 sal in. Jixwe navçe gelek caran bi koçberiyê hatiye teşekirin. Niha li gorî hejmarên fermî kişinin 396 hezar kes li navçeyê dijîn. Pêvajoya wê zelal nehatiye birêvebirin. Nêrîna odeyan, rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê derbarê meseleyê de nehatiye girtin. Ev proje li ser rantê hatiye sazkirin. Me li dijî biryara projeye îtîraza xwe kir. Em li benda bersivê ne.”