Li Qoserê hewldana revandinê 2021-05-01 09:21:55   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê, hat îdîakirin ku 5 kesan xwestin welatiyekî berastengê aqil birevînin.   Li Taxa Tepebaşi ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê, hat îdîakirin ku 5 kesên nasnameyên wan nediyar, xwestin welatiyekî berastengê aqil (dîn) bi revînin. Ligel bertekên welatiyên derdorê jî, van 5 kesan xwestine welatiyê berasteng bi zorê bixin wesayîtê. Li ser vê yekê kesekî ji welatiyan gule berdan esman. Her 5 kes wesayîta xwe li cihê bûyerê hiştin û ji cihê bûyer reviyan. Bûyera ku rû da, ji aliyê welatiyên derdorê ve bi kamerayên telefonê jî hat qeydkirin.