Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin 2021-05-01 10:06:47   STENBOL - Polîsan mudaxaleyî endamên Konseya Nûnertiya Karkeran, Hêza Kedê û xwendekarên ku xwestin 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz bikin, kirin û hemûyan binçavkirin.   Polîsan ji ber 1’ê Gulan Cejna Karker û Kedkaran hemû rêyên ku derdikevin Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê girtin. Polîs destûr neda kesên ku bixwazin biçin Taksîmê. Polîsan endamên Konseya Nûnertiya Karkeran û Hêza Kedê yên ku ji Tarlabaşiyê pankarta “Qada 1’ê Gulanê Taksîm e” vekirin û meşiyan binçav kirin.    Polîsan mudaxaleyî xwendekarên zanîngehê ku li Osmanbeyê bi pankarta “Ji kampusan heta kolanan em ê serbikevin” ber bi Taksîmê ve meşiyan kir û hemû binçavkirin.    LI HEVRAZA KAZANCIYÊ JÎ MUDAXALE   Polîsan mudaxaleyî endamên Federasyona Anarşîst a Şoreşger ku bi pankarta “1’ê Gulanê şer e” ber bi Taksîme ve meşiyan jî kirin û gelek kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) ên li Mecîdiyekoyê hatin gel hev jî ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kir. Polîsan mudaxaleyî endamên SODAP’ê kir û dehan zêdetir ew binçav kirin.    CIWAN MEŞIYAN   Komîteyên Ciwanan jî bi berzkirina dirûşmên “Taksîm nikare ji gel re were girtin” , “Bijî têkoşîna me ya 1’ê Gulanê” ji bûlwara Tarlabaşiyê ber bi Taksimê ve meşiyan. Polîsan pêşiya ciwanan girt û gelek kes bi derbkirinê binçavkirin.