Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê 2021-05-01 10:50:15   RIHA - Çalakiya Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya “Edaletê” ji ber qedexeyên derketina derve li mala xwe didomîne, ket roja 54’an.   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta xwe ya bi daxwaza “Edaletê” ya li pêş Edliyeya Rihayê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re da destpêkirin, di roja 54’emîn de didomîne. Ji ber qedexeya derketina derve, malbat çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    1’Ê GULANÊ PÎROZ BE   Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medya civakî peyameke wiha parve kir: “Di demekî wiha ku edalet di bin zexta siyasî de pelçiqiye, em spasiya xwe li hemû parêzerên ku em tenê nehiştin dikin. Hemû mirovên bi wijdan ku di her şertî de deng dan dengê me jî silav dikin. 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê pîroz be.” Malbatê ev parvekirin bi dîmeneke seredanên piştevaniyê re parve kir.