DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar 2021-05-01 12:40:04   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kerkûkê DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir. Di êrişê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.    Duh di saetên şevê de li gundê Qayabaşî yê navçeya Pirdê ya Kerkûkê, DAIŞ’ê êrişî noqteyeke pêşmergeyan kir. Li gorî nûçeya ku Rojnews’ê derbarê mijarê de derbas kiriye, di êrişî de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.     BANGA BARZANÎ   Li aliyê din Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têkilarî êrişî bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê kir ku ji bo pêşî li êrişên DAIŞ’ê yên li Herêmên Binîqaş bgirin hêzek hevpar ava bikin.