373 kesên din ji koronayê mirin 2021-05-01 19:42:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 373 kesan jiyana xwe ji dest dan û 28 hezar û 817 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.   Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî ji ber koronayê de 373 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi daxilbûna 2 hezar û 615 nexweşên nû re 28 hezar û 817 pêketiyên nû hatin tespîtkirin. Bi daneyên îro re li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara miriyan derket 40 hezar û 504’an û hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon 849 hezar û 408'an.