Li Tetwanê du malbatan şer kir: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn 2021-05-01 21:35:04   BEDLÎS - Li navçeya Tetwanê di navbera du malbatan de şer derket û zarokek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.    Li taxa Bahçelîevler a navçeya Tetwana Bedlîsê di navbera du malbatan de şerê bi sîlehan derket. Di şer de zarokê 15 salî Yûnûs Emre Yucel jiyana xwe ji da. 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn. Dayika Yûnûs Emre Yucel, Sakîne Yucel (59) û lawên xwe Muhammed Yucel (21), Samet Yucel (35) û Husamettîn Dînç birîndar bûn.   Birîndaran rakirin nexweşxaneyên li Bedlîs û Tetwanê û li taxê tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin. Hat zanîn ku hin kesên şer kirine hatine binçavkirin.