SMO radest dike, Tirkiye jî cezayê giran li wan dibire 2021-05-02 09:00:49 RIHA - Kesên bi destên grûpên çekdar ji Rojavayê Kurdistanê radestî Tirkiyê hatine kirin, herî kêm li 103 kesan cezayên girankirî yê heta hetayê hatin birîn. Tenê girtekên SMO’yê wek delîl ji bo ceza hatiye nîşandan.     Tirkiye bi piştgiriya grûpên çekdar ên mîna “Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO)” çend caran êrişî bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) kir. Van grûpên çekdar ên endamên SMO’yê gelek kesan ji bajarên mîna Girêspî û Serêkaniyê û bajarên din desteserkirin û radestî Tirkiyê kirin. Her roja ku diçe hejmara van kesên tên desteserkirin zêde dibe. Derbarê hejmara resmî ya van kesan de nayê zanîn. Tê gotin herî kêm 103 kes di destê Tirkiyê de tên ragirtin. Ev kesên hatine girtin li Girtîgeha Rihayê yên Jimara 1 û 2’yan û li Girtîgeha Siwêregê ya Tîpa T tên zindanîkirin.    JI XALA 302'YAN TÊN DARIZANDIN    Ev kesên ji hatine desteserkirin ji girtekên endamên SMO’yê hatine girtin tên sûcdarkirin û darizandin. Ev kes ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kirine” yanî ji madeya 302’yan a Qanûna Cezayê Tikr (TCK) bi cezayên girankirî yên heta hetayê tên zindankirin.    Ev kesek gelek caran ji mafê parêzer girtinê û parastina xwe bikin sûdê wernagirin û bêyî van yekan tên girtin. Gelek kes ji van nikarin agahî bidin malbatên xwe. Malbat jî nizanin ev kes ka dijîn an najîn. Ji ber ku malbatên wan li Rojava ne kes naçe hevdîtinên wan û ev kes li zindanan bi zehmetiyan re rûbirû dimînin û nikarin binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin jî ragihînin.    ‘DI HIQÛQÊ DE TIŞTEK WIHA NÎNE’    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê ji bo binpêkirinên mafan diqewimin tomar bike xebatek da destpêkirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Mustafa Vefa derbarê van kesên li girtîgehan tên ragirtin ji ajansa me re axivî. Vefa anî ziman ku 3 welatiyên suryanî yên ji gundê Reyhanli ya dikeve devera Til Temir a bi ser Hesekê ve anîne Tirkiye û miwekîlên wî ne. Vefa got ev kes li malên xwe hatine girtin û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên sûcdakirin û ceza li wan hatiye birîn. Vefa da zanîn ku cezakirinek wiha bêhiqûqî ye û navê vê darizandinê di hiqûqê de nîne.    103 KES TESPÎT KIRIN E    Vefa detnîşan kir ku wan anîna 103 kesan tespît kiriye û got: “Dema miwekîlên me tînin di binçavan de polîs û leşker wêneyan nîşanî wan didin. Ka nas dikin an nakin. Ev wêne ya li nexweşxaneyan hatine girtin, an jî ser û çavên wan di xwîn û birînan de mane. Dema em bi miwekîlên xwe re hevdîtinê dikin jî dibêjin ku dema hem wan binçav kirine û hem jî radestî Tirkiyê kirine bi îşkence û muameleyên xerab re rûbirû dimînin.”    BÊYÎ DELÎLEK ŞÊNBER HEBE TÊN GIRTIN    Vefa anî ziman ku bêyî ku delîlek û belgeyek şênber hebe ev kes hemû bi girtekên SMO’yê hatine darizandin, girtin û ceza li wan hatiye birîn. Vefa got tu delîlek ku wê wan wek “endamê rêxistinê” nîşan bide nîne jî dîsa tên girtin. Vefa destnîşan kir ku tevî ku delîlên şênber nînin gelek ji wan ji xala 302’yan bi cezayên girankirî tên zindanîkirin û divê neyên cezakirin, ev kes ne li qada şer û di şer de hatine girtin, li malên xwe tên desteserkirin û anîne Tirkiyê. Vefa diyar kir ku bi desteserkirin û cezakirina miwekîlên wan hiqûq navnetewî jî tê binpêkirin. Vefa destnîşan kir ku miwekîlên wî û kesên din ku dema girtekên îfadeyan îmze dikin nizanin çi îmze dikin û tişta tînin serê van kesan jî deryasayî ye.    SMO 3 HEZAR DOLAR DIXWAZE    Vefa anî ziman ku gelek kesên hatine desteserkirin û anîne Tirkiyê û tevî di ser de sal jî derbas bûne hêj malbat bi aqûbeta wan nizanin û ji sedî 60-70’ê van kesan rewşek wan ku wê parêzer bigirin jî nîne. Vefa destnîşan kir ku endamên SMO’yê van kesan bi beramberî 3 hezar dolar radestî Tirkiyê dike û kesên pereyê wan nînin jî li wan didin û radestî Tirkiyê dikin û kesên pereyê wan hene jî serbest berdidin. Vefa destnîşan kir ku tişta tînin serê van kesan bi hiqûq û wijdanê jî nayê ravekirin û ew li girtîgehan jî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin û mafê wan parastinê jî tê astengkirin.    BANG LI WEZARETA DADÊ KIR    Vefa ji bo çareserkirina pirsgirêka van kesan a li girtîgehan jî û pirsgirêka darizandina wan bang li Wezareta Dadê kir û got mafê van kesan ê parastinê û edaletê tê astengkirin û xwest Wezaret demildest gavan biavêje. Vefa got rapora derbarê van kesan de amade kirine jî wê bi raya giştî re parve bikin.    MA / Emrullah Acar