Dostaniya îhaleyê ya ji Stenbolê dirêjî Amedê dibe! 2021-05-02 09:01:56   AMED - Qeyûmê Şaredariya Amedê Munîr Karaloglû bi bihayê milyonek û 251 hezar lîre îhale da Îsak Baydaroglu û Mustafa Kurşat Baydaroglû yên birayên hev in ku xwediyê şirketên RNA Îletîşîm û MKB Teknîkê ne.    Gendelî û tiştên deryasayî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm Munîr Karaloglû de her roja ku diçe derdikeve holê.    Qeyûmê Amedê Karaloglû ku di heman demê de Waliyê Amedê de ye demek ji bo Îsak Baydaroglu û Mustafa Kurşat Baydaroglû yên birayên hev in ku xwediyê şirketên RNA Îletîşîm û MKB Teknîkê ne digot “dostên min in.” Şaredariya Amedê li ser îhaleyan dide van herdu “dostên” qeyûm. Karaloglu ji roja 10’ê hezîrana 2020’an li ser biryarnameya Serokkomariyê ku tayînî Amedê hatiye kirin, heta niha bi giştî bi bihayê milyonek û 251 hezar lîre îhale daye van herdu “dostên” xwe.    Balkêşe ku tenê teklîfa van herdu şirketên kesên birayên hev in tên qebûlkirin.    ŞÎRKETA TEKNÎKÊ YA MKB’Ê    Herî dawî di 14’ê nîsanê de îhaleyek dan MKB Teknîkê. Bi navê “Sewirandina Xizmet û Projeya Razemeniyê” îhale dan vê şîrketa navborî û bi 355 hezar lîre peyman hatiye çêkirin.    Yek ji îhaleyek din ku Şaredariya Amedê ji aliyê qeyûm Karaloglû ve dane şîrketên herdu birayan sêwirandina dîrbarî û reklama “Dîwanên Dengbêjan” e. Ji bo reklama vê “şahiyê” 294 hezar lîre dane şîrketa Teknîkê ya MKB’ê.  Yek ji îhaleyên din ku dane şîrketa Teknîkê ya MKB’ê ji bi navê “Girtina Kar a Ximzeta Amadekirina Rojeva Razemeniyê” ye û ji bo vê îhaleyê jî bi nirxê 198 hezar lîre peyman hatiye îmzekirin.    Ev şîrketa Teknîkê ya MKB’ê li Stenbolê ye û xwediyê wê Mustafa Kurşat Baydaroglu ye. Qeyûm Karaloglû xwediyê vê şirkete wek “dostê” xwe pênase kiriye. Yek ji şirketên din jî Ajansa Ragihandinê ya RNA’yê ye û xwediyê wê jî Îsak Baydaroglu ye. Xwediyê van şirketan ne xerîb in çimkî Karaloglu wan wek “dostê” xwe dibîne. Ji roja Karaloglu hatiye Amedê gelek îhaleyan da van herdu şirketan.    ŞÎRKETA RAGIHANDINÊ YA RNA’YÊ     Şîrketa ragihandinê ya RNA jî gelek îhaleyan ji Şaredariya Amedê bi fermana Karaloglu îhaleyan wergirtiye.    Li gorî agahiyên di Platforma Wergirtina Cemaweriyê ya Elektronîk (EKAP) de cih digirin; di 18’ê kanûna 2020’an ji bo karê “sewirandina naverok û dîtbarî” bi nirxê 294 hezar lîre peyman bi Şîrketa RNA’yê re peyman hatiye îmzekirin. Îhaleyek din jî di 11’ê kanûna 2020’an de bi navê “Rêbera Nasnameya Sazîbûnê” bi 110 hezar lîreyî kar dane şîrketa RNA’yê.    Ji bo firotina hilberînên organîk û xwezayî ku bi milyonek û 85 hezar lîreyî li navçeya Peyasê hatiye çêkirin, da ku malbera www.diyarbakirorganikpazar.com were amadekirin îhaleya wê dane şîrketa RNA’yê.    LI BÛRSAYÊ JÎ ÎHALE DAYE HEMAN ŞIRKETÊ    Karaloglu tenê ne li Amedê îhaleyê daye van herdu şîrketên birayan, dema ku Karaloglu waliyê Bûrsayê bû jî îhaleya sewirandina logoya bajêr da şîrketa Ragihandinê ya RNA’yê.    DI SALA 2014’AN DE GOTIBÛ ‘DOSTÊ MIN’    Munîr Karaloglu dema di sala 2014’an de waliyê Bûrsayê bû, beşdarî merasîma mehrê ya kurê Îsak Baydarolgû bûye û bi gotina “dostê min” xîtabî Baydaroglu kiribû.