Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş ê 83 salî 2021-05-02 09:02:51   AMED - Berê raporên “Nikare di girtîgehê de bimîne” dabûn girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî. Vê carê jî rapora “ne hewce ye cezayê wî were taloqkirin” dan Ozkan. 25 sal in girtî ye û di salên dawî de rewşa wî giran bûye û her ku diçe malbat ji rewşa wî metirsîdar e.     Li girtîgehan her roj hejmara girtiyên nexweş ji ber şertên fizîkî û bi awayek têrkirî nayên xwedîkirin zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD); li girtîgehan 604 jê nexweşên giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş li girtîgehan hene.    REFAKATVAN LÊ DINÊRE    Yek ji van girtiyên rewşa wî giran e jî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ye û ew li Girtîgeha Amedê Tîpa D tê ragirtin. Ozkan 25 sal in girtî ye û heta îro 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran anjiyo bûye. Nexweşînên wek dil, tansiyon, guatra jehrî, helandina hestî, xerabûna gurcik û roviyan, zeîfbûna di pileya yekemîn de, kêmasiya bihîstin û dîtinê, hişê xwe winda dike û gelek nexweşînên din bi Ozkan re hene. Nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike û pêdiviyên xwe dabîn bike. Ahmet Guneş ê li heman qawîşê refakatvaniyê ji Ozkan re dike. Ji ber ku gelek caran Ozkan dibin nexweşxaneyê û bi refaketvanê xwe re ji nexweşxaneyê vedigere hildidin karantînayê, mafê wan ê hevdîtinê jî ji destê wan tê girtin.    RAPORA ‘NIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE’    Ozkan di sala 2015’an de li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê desteya tenduristiyê tespît dike ku ji sedî 87’ê laşê wî bêfonksiyon dimîne û rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” didinê. Li gel ku gelek caran rewşa wî giran bû jî û rakirin nexweşxaneyan jî nehat berdan. Di sala 2019’an de dîsa Ozkan serî li heman nexweşxenyê û desteya tenduristiyê da û vê carê rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” danê.    JI ATK’Ê 6 RAPOR    Ji bo cezayê wî ango înfaza wî were taloqkirin, serî li dozgeran hat xistin û 6 caran ji Saziya Tiba Edlî (ATK) rapor hat xwestin. ATK’ê di 6 raporên amade kirin de hat gotin ku Ozkan dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî.    RAPOREK NÛ DAN WEZARETÊ    Parlamenera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel derbarê rewşa Ozkan de li 10’ê kanûna 2020’an de pêşniyazpirs da Serokatiya Meclîsê û Wezareta Dadê jî li ser vê yekê têkildarî rewşa tenduristiya Ozkan rapor xwest. Ozkan ji bo raporê di 22’yê çile de birin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê. Nexweşxaneyê di 3’yê adarê de raporek ji bo rewşa Ozkan amade kir û ev nirxandin kir: “1- Wek nexweşê hiş, xerabûna anksiyete, xerabûna depresif heye û dermanan bikar tîne. 2- Di beşa taybet a mehkûman de ku aydê saziyên tenduristiyê ya fermî ye, hewcehî bi taloqkirina cezayê wî nîne. 3- Ji bo ku cezayê wî were taloqkirin tiştek jiyana wî naxe talûkeyê. 4 – Nexweşînên wî her tim şopandin û tedawiyê pêwîst dibîne. 5 – Ji bo ku nexweş bi tena serê xwe bijî tu fikarek di taloqkirina cezayî wî de nîne. 6- Bi rewşa wî ya heyî re hewcehî bi taloqkirina cezayê wî re nîne û ji sê mehan carek ji ber nexweşînên wî rewşa wî tê ragihandin, biryara desteya tenduristiyê ye.”    ÎDIAYA ‘ASTENGIYA SIFIR’    Di raporê de teşhîsa gelek nexweşînan danîne ser Ozkan. Lê tespîta “nexweşîn ji sedî sifir fonksiyonî lawê wî dike, tu astengî nîne” bale dikişîne ser xwe.    Keça Ozkan, Selma Ozkan destnîşan kir ku ew di 16’ê nîsanê de li girtîgehê hevdîtina girtî bi bavê xwe re pêk anîye û wiha got: “Em diçin hevdîtina bavê min, lê belê meriv nikare ji vê re bêje hevdîtin. Ji ber nexweşînên wî em nikarin hevdîtinek birêkûpêk pê re pêk bînin. 25 sal in bavê min bi awayek neheqî girtî ne. Heta îro me bi dehan caran ji bo berdana bavê min serlêdanan kir, lê belê yek jî erênî nehat bersivandin.”    ‘ÊDÎ HÊVIYA ME NEMAYE’    Selma Ozkan bertek nîşanî rapora ku şandeya Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ji bo bavê wê amade kiriye da û wiha got: “Desteya tenduristiyê di raporê de gotiye ‘li gorî rewşa wî astengdar hemû laşê wî bêfinskiyon bimîne ji sedî sifir e’. Ev çawa çê dibe ku ji rewşa bavê min re dibêjin ji sedî sifir. Em fêm nakin ji biryarên wan. Hem nexweşînên bavê min yek bi yek tînin ziman hem jî ji sedî sifir astengî didin van nexweşînên wî giran. A rast teşhîsê wan jî wan diderewînin. Her meh ji girtîgehan xeberên mirinê tên. Ji ber vê yekê êdî hêviya ku wê bavê min berdin nemaye.”    Selma Ozkan ji bo girtiyên nexweş beriya bimirin werin erdan bang li Wezareta Dadê kir û xwest tevahiya girtiyên nexweş werin berdan.    DI 96’AN DE TÊ GIRTIN    Mehmet Emîn Ozkan di sala 1996’an de li Mêrsînê bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat binçavkirin. Pişt re ji ber General Bahtiyar Aydin ê di 22’ê Cotmeha 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hat kuştin berpirsiyar hat girtin. Ozkan ji vê dozê hat darizandin û tevî ku got îdia bêbinî ne û ew bêsûc e jî cezayê girankirî yê heta hetayê lê hat birîn.    MA / Cengîz Ozbasar