Ev nexweşîn ji dil ve li wan dide: Di heman malbatê de 60 kes li benda alîkariyê ne 2021-05-02 09:09:22   ŞIRNEX - Li seranserê cîhanê bi 150 ferdên 6 malbatan re nexweşiya “Sendroma QT a Dirêj” tê dîtin. Yek ji van malbatan jî malbata Dalaman a ku li navçeya Silopyayê rûdinê ye. Malbata Dalaman a ku ji ber vê nexweşiyê 9 ferdên malbatê winda kiriye, banga alîkariyê kir.    Nexweşiya rîtma dil a mirinê ku wekî “Sendroma QT a Dirêj” tê zanîn, di sala 2000'an de yekem car li ser 2 nexweşên ku temenê wan  17 û 39 salî bûn, ên ji bajarê Barcelonaya Îspanyayê bûn hat teşhîskirin. Di roja îroyî de ev nexweşîn li seranserê cîhanê bi 150 ferdên 6 malbatan re tê dîtin. Yek ji van 6 malbatan jî malbatan  Dalaman a ku li navçeya Silopya Şirnexê rûdinê ye. Ev nexweşîn bi 60 ferdên malbata Dalaman re hat teşhîskirin. Malbata Dalaman ji ber vê nexweşînê heta niha 9 ferdên xwe winda kiriye û malbat niha li benda alîkariya xêrxwaz û saziyan e.   Di heman demê de ji ber ku bi ferdên malbatê re ev nexweşîn heye, nikarin kar jî bikin. Sozên ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê dabûn malbatê jî pêk nehatin. Malbata Dalaman di rojên dijwar de derbas dibe û ji ber alîkariya wan nayê kirin metirsiyên wan hene.    SOZÊN KU HATIN DAYÎN PÊK NEHATIN   Mehmet Ekren ê ku ev nexweşîn bi hevjîna wî re heye û heta niha bi 9 zarokan wî re jî hatiye teşhîskirin anî ziman ku di malbatê de bi her 6 kesan re pîl heye. Ekren destnîşan kir ku ev nexweşîn bi malbata hevjîna wî re heye û wiha got: “Ev nexweşîn di sala 2014'an de bi malbata hevjîna min re hat teşhîskirin. Di sala 2014'an de ji Amedê bijîşk hatin û hemû ferdên malbatê li nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kom kirin. Ev nexweşîn bû mijara nûçeyan. Li gel van nûçeyan Midûriyeta Tendûristiyê ya Şirnexê hat malê û soz dane me ku wê di her hêlê de ji me re bibin alîkar. Lê mixabin bi tu awayî ji me re nebûn alîkar. Em di vê mijarê de mexdûr in. Ew tehlîl û dermanên ku em dikirin gelek biha ne. Di her tehlîlekî de 10 hezar lîre pere tê xwestin. Dermanên me ji Koreyê hatin. Bijîşkên ku bi nexweşiyê re eleqeder dibin pere razandin. Tenê ev bijîşk alîkariya me dikin. Bijîşk dibêjin niha tenê ev ji destê me tê. Divê bijîşk alîkariyê bidin me û dermanên vê nexweşiyê ji me re peyda bikin."   HETA NIHA 9 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAYE   Ekren da zanîn ku di malbatê de her ferdek ku 18 saliya xwe tijî dike pîl li wan ve datînin û wiha domand: "Bijîşk dibêjin ku di malbatê de kesên ku 18 saliya xwe tijî dikin pêwîste pîl li wan vekin. Lê ji bo ku em bikarin wisa bikin jî pêdivî bi pereyan heye. Lê pereyê me tune ye. Divê dewlet vê bifikire. Heta niha di malbata me de 9-10 kesan jiyana xwe ji dest daye."   'EZ BI ŞEV Û ROJ NOBETÊ DIGIRIM'   Ekren xwest ku dewlet alikariyê bide wan û ev bang kir: "Di heftaya derbasbûyî de dîsa ji Amedê bijîşk hatin. Dîsa tehlîlên malbatê girtin. Ji me re gotin ku wan li Elmanyayê çend bijîşk ditîne, ew ê pê re eleqeder bibin. Ez bi xwe weke ambulansê me. Pêwîste ku ez ji malê dernekevim. Dibe ku kesek krîz derbas bike. Ji ber vê divê ku ez ji malê dûr nekevim. Ez her bi şev  û roj nobetê digirim. Ez her şev bi vê tirsê radizêm. Bûrayê min di rojekî de, li ber destê diktoran 17 caran krîz derbas kir. Heger bi balafirê nebûbana niha mirî bû. Em dixwazin ku Wezareta Tendûristiyê alikariyê bide me. Ji ber ku di mal de her 9 zarokên min jî bi vê nexweşiye dijîn. Kurê min di înşatê de dixebite. Tevî ku karên giran jî jê re qedexe ye, lê ji nêçariya xwe dixebite. Em nikarin debara xwe bikin. Zarokên min hemû astengdar in. Kesek ji me re nabe alîkar. Di malbatê de 60 kes nikarin bixebitin. Divê dewlet alikariyê bide me."   MA / Zeynep Dûrgût