OHD dê ji bo betalkirina giştînameya polîsan serî li Şûraya Dewletê bide 2021-05-02 09:10:56   ENQERE - Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan, diyar kir ku giştînameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan a ku qeydkirina dengê polîsan qedexe dike li dijî Destûra Bingehîn e. Alcan, da zanîn ku ji ber giştîname li dijî zagonê ye, ji bo betalkirina giştînameyê dê serî li Şûraya Dewletê bidin.    Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), ji bo giştinameya Midûriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) a ku qeydên dengê polîsan qedexe dike, betal bibe, dê serî li Şûreya Dewletê bidin. Têkildarî mijarê Hevseroka Giştî ya OHD'ê Îlknur Alcan, anî ziman ku giştîname li dijî Destûra Bingehîn e û ji bo betalkirina giştînameyê dê serî li Şûreya Dewletê bidin. Alcan, diyar kir ku li gorî Destûra Bingehîn azadiya ramanê tê binpêkirin. Ji ber li dijî Destûra Bingehîn e em ê bixwazin ku ev giştîname bê betalkirin. Di giştînameyê de binpêkirina "Veşartina jiyana taybet" nîşan didin. Lê polîsên li qadê li ser navê cemaweriyê li qadan in. Erka cemaweriyê dikin. Ji ber vê yekê tu aliyê wan ê taybet û şexsî tune ye. Polîs erkdarê cemaweriyê ne. Ji ber vê yekê divê li gorî zagonên cemaweriyê tev bigerin. Eger li dijî zagonan gavan bavêjin her kes dikare vê tevger û axaftinên wan têxin bin qeydan. Eger kes bi mudaxaleya xerab û îşkenceyê re rû bi rû bimîne dikare vê yekê qeyd bike. Dikare serî li saziyên eleqeder bide.    Alcan, herî dawî anî ziman ku ji ber ev giştiname li dijî Destûra Bingehîn e dê serî li Şûreya  Dewletê bidin.