Girtî ji ber 'rewşa baş' nayê berdan 2021-05-02 13:42:44   WAN - Şaban Kanat ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dimîne, bi hinceta "Qanûna Înfazê" nayê berdan.   Şaban Kanat ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, ji ber "Qanûna Înfazê" ya di 1'ê Çileyê de ket meriyêt bi hinceta "rewşa baş" nayê berdan. Kanat bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hatibû birîn. Kanat ê 4 sal û 8 mehin girtiye û divê bi berdana bimerc bê tehliriyekirin, bi hinceta "rewşa wî baş nebûye" nayê berdin.