Dema ku xurde kom dikir ji qata 1’an ket û birîndar bû 2021-05-02 14:06:30   DÎLOK - Ziya Ozçelîk ê di dema li otelekê ne dihat bikaranîn de xurde kom dikir, ji qat 1’emîn ket xwarê û bi giranî birîndar bû.   Li Taxa Mucahîtler a navçeya Şehîtkamil a Dîlokê, Ziya Ozçelîk (37), di dema li otelekê ne dihat bikaranîn de xurde kom dikir, ji qata 1’emîn ket xwarê. Ozçelîk ê ket xwarê bi giranî birîndar bû. Li ser agahî dayîna welatiyên derdorê ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyer. Ekîbên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil Ozçelîk rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Dr. Ersîn Arslan a Dîlokê.    Hat hînbûn ku Ozçelîk di Beşa lênêrîna awarte de tê dermankirin.