Dayika girtî Akman: Dengê zarokên me bibihîsin 2021-05-02 14:44:56 ÎZMÎR - Dayika Dîdem Akman a navber da çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya 207 rojan dewam kir Zulfiye Akman, bal kişand ser rewşa keça xwe û wiha got: “Sozên ji bo wan hatin dayîn, bi cih nehatin anîn. Binpêkirinên mafan zêdetir bûne. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim.”    Dîdem Akman a li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû. Çalakiya Akman di roja 207 dewam kir. Rêveberiya girtîgehê di 11’ê Îlona 2020’an de, soz dabû Akman ku ewê daxwazên wê bi cih bîne. Akman jî li ser vê yekê navber da bû çalakiya xwe ya 207 rojan. Dayika Dîdem Akman Zulfiye Akman, ji ber zêdebûna binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de, banga hestiyariyê li raya giştî û rayedaran kir.    Dayika Akman Piştî hevdîtina telefonê ya bi keça xwe re, peyameke bi dîmen weşand û wiha got: “Ji ber serdegirtina qawîşê keça min 3 saetan dereng derket hevdîtina telefonê. Rayedarên girtîgehê di serdegirtina qawîşê de dest danîne ser gelek malzemeyên wan.”    ‘SOZÊN XWE BI CIH NE ANÎN’   Dayikê, diyar kir ku berî mehekê bi ser qawîşê de girtibûn û wiha pê de çû: “Di dema serdegirtinê de keça min bi erdê re kaş kiribûn. Em ji zextên van bêzar bûne. Divê şert û mercên girtîgehan baş bikin. Keça jin ket rojiya mirinê. Ji mirinê vegeriya. Soz dan keça min. Lê soza xwe bi cih ne anîn.”    ‘DENGÊ ZAROKÊN ME BIBIHÎSIN’   Dayik Akman, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Keça min gotiye, ger daxwazên wê neyin qebûl kirin, ewê dîsa dest bi çalakiya xwe bike.’ Ez naxwazim keça min cardin êş bikişîne. Ez weke dayikekê we hişyar dikim. Dengên zarokên me bibihîsin. Ez hinek wijdan dixwazim. Em hemû kesî vedixwînim ku bibin dengê zarokên me.”