Îro 340 mirov bi Covît-19 mirin 2021-05-02 20:00:03   NAVENDA NÛÇEYAN -  Di 24 saetên dawî de 340 kes bi vîrûsa corona (Covît-19 mirin. 25 hezar û 980 kesên din jî bi şewba vîrûsê ketin.    Wezareta Tenduristiyê daneyên mirin û nexweşên vîrûsa corona (Covid-19) yên 24 saetên dawî parve kirin. Li gorî daneyên wezaretê di 24 saetên dawî de li tevahiya Tirkiyeyê 340 kesên din bi vîrûsê mirin û 2 hezarû 587 nexweşên nû bi giştî 25 hezar û 980 kesên din bi vîrûsa corona ketin. Heta niha bi giştî 40 hezar û 484 kes bi vîrûsa corona mirin. Dîsa 4 milyon û 875 hezar û 388 kes bi şewba vîrûsê ketin.