ROJEVA 3'YÊ GULANA 2021'AN 2021-05-03 09:00:27 * Yek ji şahidên Komkujiya Dersimê Bedrî Polat, bal kişand ser komkujiya Dersimê ya sala 1938'an û wiha got: “Zarok, jinên ciwan û jinên ducanî li tenişta Çemê Harçikê tan ber guleyan. Gule li ser wan reşandin û kuştin. Cenazeyê wan jî avêtin ava çem. Eskeran li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin. Divê komkujiyê ronî bikin û vê rastiyê bi nifşên rû re parve bikin."  * Her sal di demsala biharê de zêdeyî 80 hezar karkerên çandiniyê yên demsalî ji Rihayê koçî Anadoliyê dikin û karên zeviyan dikin. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Ziya Çalişkan, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Rihayê diyar kir ku îqtîdar mirovên li ser vê axê bi birçîbûnê terbiye dike û wan neçarî karê şertên giran dike.    * Koçerên herêma Şirnexê ji ber operasyonên eskerî 20 roj in nikarin biçin zozanan. Koçerên li benda çûyina zozananin pezê wan nexweş ketiye. Koçer dixwazin operasyon bi dawî bibin û pezê xwe bibin zozanan.    * Li Tirkiyeyê zêdeyî 90 rojnamegerên muxalif, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li girtîgehan pêşwazî dikin. Yên li qadan jî bi tundî, zext astengiyan re rû bi rû ne. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154’an de ye. Rojnamegerên muxalif diyar kirin ku ew ji aliyê îqtîdarê ve wekî sûcdarên veşarî tên dîtin.    * Serokê Giştî yê Haber-Sen'ê Mesut Balcan, diyar kir ku Midûriyeta Giştî ya PTT'ê bi lêpirsîna hesabê xebatkarên PTT'ê yên medya civakî Destûra Bingehîn avêt bin gulînê û zagonan îhlal dike.    * Çalakiya malbata Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" wê di roja 56'emîn de dewam bike.   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya kampanyeya "Ji her kesî re Edalet" wê beşdarî civîna "Ji astengdaran re Edalet" a bi rêya onlîne bê lidarxistin bibe. (11.00)