HDP: Rojnameger hêviya civakê ne 2021-05-03 10:46:18   ENQERE - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayyîp Temel, Roja Azadiya Çapemniyê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku rojnameger hêviya civakê ne, heta ku ew binivisînin ew ê jî hesab bipirsin.    Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tayyîp Temel, têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Temel, Roja Azadiya Çapemniyê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku di nav 18 salan azadiya çapameniyê bi pêş neketiye. Temel, destnîşan kir ku rojnameger hêviya civakê ne, heta ku ew binivisînin ew ê jî hesab bipirsin.    Tevahiya daxuyaniya Temel wiha ye:   "Di 3’yê Gulana 2002’an de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa azadiya fikr û raman û çapemeniyê û rê li ber zextên hikûmetan bigire, ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî hate qebûlkirin. Di ser ragihandina vê rojê re 18 sal derbas bûn, lê ji wê rojê vir ve zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran her ku çû zêdetir bûn. Karûbarên ragihandinê, nemaze ji bo berjewendiyên desthilatiyê hatin û tên kirin û bûn û çapemenî wek navenda reşkirin, derew û dek û dolaban hate bikaranîn.   Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), Tirkiye îro ji nav 180 welatan di rêza 153’emîn de ye. Wek gelek welatên otorîter, li Tirkiyeyê jî tê xwestin ku îşkence, binpêkariyên mafê mirovî, tawanên şer, gendelî, kuştina jinan, cînayetên kar û talan bên veşartin. Ji bo wê jî dixwazin ku dengê çapemeniyê bibirrin û wê bikin bin hikmê desthilatiya siyasî. Lê çi dikin jî nikarin wî dengî bibirrin û rastiyan veşêrin.    Ji bo ku îşkenceyê veşêrin, giştînameyên nehiqûqî radigihînin û dixwazin ku rojnameger karên xwe bi awayekî azad nekin. Lê tu hikmê wan giştînameyan nîne ji bo rojnamegerên ku naxwazin rastî bên veşartin. Çi dikin bila bikin rojnameger bi pênûs û kamerayên xwe li pey şopa heqîqetê ne û li ber zextên wan serî natewînin.   Rojnameger hêviya civakê ne. Xebat û hewldana wan ji bo ronahiya civakê gelek pêwîst û giring e. Bi xebat û xîreta xwe hemû zextên desthilatiyê îfşa dikin. Îşkence, lêdan, kuştin, şer, komkujî, gendelî, talan, xizanî, şideta li dijî jinan, îstîsmara li ser zarokan, rewşa giran a pandemiyê û gelek pirsgirêkên civakî ji aliyê rojnamegeran ve tên vekolîn û aşkerakirin. Bi pênûsa wan rastî di tarîtiyê de namînin. Di riya ronahiyê de em ligel wan rojnamegeran e ku bi pênûs û kamerayên xwe, ji şopa heqîqetê venagerin.   Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû têkoşer û kedkarên çapemeniyê pîroz be."