Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin 2021-05-03 13:06:55   DÎLOK - Polîsan bi gaza îsotê êrîşî endamên Weqfa Fûrqanê yên di mizgeftê de “’îtîkaf” dikirin, kirin û 50 kes binçav kirin.    Piştî ku damezrînerê Weqfa Fûrqanê Alparslan Kûytûl di rojên derbasbûyî de di bernameyeke televîzyonê de gotibû “Em ê îtîkafê bikin, bila kerem bikin asteng bikin” îro li Dîlokê endamên Weqfa Fûrqanê li mizgeftekê kom bûn. Polîsan bi ser mizgefta ku 50 endamên Dildarê Weqfa Fûrqanê lê kom bûn de girt. Polîsan bi hinceta li gorî mesafeya civakî tevnegeriyane, bi gaza îsotê êrîşî kesên di mizgeftê de kirin. Polîsan, 50 kesên ku li mizgeftê “Îtîkaf” dikirin binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Dîlokê.    MUDAXALEYA BI GAZA ÎSOTÊ    Weqfa Fûrqanê  di hesabên xwe yên medya civakî de ev parve kirin kir: “Dildarên Fûrqanê yên Dîlokê beriya mudaxaleya bi gaza îsotê ya polîsan, li gor mesafeya civakî îbadeta xwe ya ‘îtîkafê’ dikirin. Bi hinceta vîrûsê nirxên îslamî tên tunekirin. Vîrûsa ku li kongreyan û li maçan belav nebe li mizgeftan belav dibe.”   ÎTÎKAF ÇI YE?   Îtîkaf, tê wateya di dawiya 10 rojên meha Remezanê de ji karên cîhanî dûr ketin û xwe dayîna îbadetê ye.