HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir 2021-05-03 14:07:05 AMED - HDP’ê bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel, di serdanê de roja rojnamegerên mûxalîf pîroz kir û got: “Hûn têkoşînek mezin didin.”   Şandeyek ji Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayyîp Temel, wekîlên HDP’ê Dersim Dag û Semra Guzel pêk tê, bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Amedê ziyaret kir. Midurê me yê Nûçeyan Sedat Yilmaz û edîtorên ajansê Şandeya HDP’ê pêşwazî kirin.   ‘EM ROJNAMEGERÊN BERXWEDÊR PÎROZ DKIN’    Temel di serdanê de axivî û wiha got: “Di vê pêvajoya ku rojnameger zor û zehmetiyan dijîn de, me xwest em serdanên piştevaniyê li dar bixin. Em keyfxweşin ku parazvanên heqîqetê yên ligel hemû zext, zilm û astengiyan jî, heqîqetê ji civakê re radigihînin û ji bo vê bedelên giranan didin tên gelhev. Em weke HDP’ê roja hemû rojnamegerên mûxalîf ên piştgiriyê nadin desthilatdariyê, alîgirtiyê nakin, serî natewînin û li hemberî konsepta êrişên li dijî gelê Kurd bêdeng namînin pîroz dikin. Hûn têkoşînek mezin didin. Em dixwazin bêjin ku emê di her şert û mercî de, bi we re di nava piştevaniyê de bin. Em îro li welatekê ku azadiya çepemeniyê lê tuneye, roja azadiya çapemeniyê pîroz dikin.”     MAFÊ AGAHÎ GIRTINÊ   Midurê Nûçeyan a MA’yê Sedat Yilmaz jî, anî ziman ne tenê rojnameger,  hemû civak vê pêvajoya zor û zehmet dijî û wiha got: “Mîna me rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî jî rastî êrişên dijwar hatin. Em hemû, îro bi pêvajoyek zextê ya nû re rû bi rû ne. Mafê her kesî heye ku agahiyan bigire.”   ‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN’   Yilmaz, bal kişand ser giştînameya derveyî qanûnê ya Miduriyeta Giştî ya Polîsan a weşand û ev nirxandin kir: “Giştîname îro li kolanan ketiye meriyetê. Mekanîzmayek keyfî li holê heye. Divê em li dijî vê li ber xwe bidin. Bi awayekê cîdî mafê agahî girtinê yê civakê ji destê wê tê girtin. Em hêvî dikin ku bi hêzên demokratîk û rêxistinên civaka sîvîl re, em karibin li dijî van pêkanînên dijdemokratîk hêzek xurt nîşan bidin.”    Piştî axaftinê serdan bi dawî bû.