Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin 2021-05-03 14:36:37   DERSIM - DAM, DEDEF û ADEF’ê ji bo qûrbaniyên ku di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin bang kirin.    Navênda Lêkolînan a Dersimê (DAM), Federasyona Komeleyên Elewiyan (DEDEF) û Federasyona Yekitiya Dersimê ya Demokratîk a Ewropayê (ADEF) ji bo bîranîna qûrbaniyên di “Terteleya Dersimê” de ku 83 sal bi ser re derbas bûn, bang kirin.    DI TWÎTTERÊ DE WÊ BI BÎR BÎNIN   DAM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke saziyên Dersîmê, li her çar aliyê cîhanê di 4’ê Gulanê de bi saeta Tirkiyeyê 20.30 bi saeta Ewropayê 19.30 ji bo Terteleya Dersimê em ê di twîtterê de bin. Em bang li dostên me yên bi hestiyar, rewşenbîr, nivîskar û rayagiştî ya demokrat dikin ku piştevaniya me bikin.”   DI SAET 19.37’AN DE WÊ MÛM BÊN PÊXISTIN   DEDEF û ADEF’ê jî bang kirin ku di serî de li Dersim û Stenbolê, li Tirkiye û Ewropayê daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn û çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. DEDEF û ADEF’ê xwest ku bîranîn li gorî şertên pandemiyê bên kirin û wiha gotin: “Divê hemû saziyên demokratîk, endamên komeleyê û dostên Dersimê di 4’ê Gulanê de li cihê lê ne, li malên xwe saet di 19.37’an de mûman pêxin, zêmaran bêjin, li ser medya civakî parvekirinên zêde bên kirin.”