13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan 13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê 2021-05-03 15:01:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ji bo operasyona dersînor a 11 roj didome got: “Danîna û rabûna li van çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekere xwe deynin erdê. Daxuyaniya Akar, daxuyaniya Yaşar Buyukanit a 13 sal berê ku gotibû “Yên ku dibêjin zû vekişiyan e, bila biçin li wir 24 saet bimînin” bi bîr xist.    Operasyona dersînorî ya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li deverên Metîna, Avaşîn û Zapê yên girêdayî Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, di roja 11’emîn de didome. Li van deveran di navbera TSK’ê  û Hêzên Parastina Gel (HPG) şerên dijwar diqewimin. Şer bêtir li cihên ku helikopter leşkeran datînin gûr dibe. Tê diyarkirin ku dema helikopter leşkeran datînin dibin armancên çalakiyên HPG’ê û TSK li wan deveran di zorê de ye.    BÎLANÇOYA ŞER    Her çiqas Wezareta Parastinê ya Tirkiyê derbarê leşkerên hatine kuştin de hejmar wek 7 leşkeran jî nîşan bide, lê belê li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî yên li devera şer radigihînin hejmara leşkerên kuştî zêdetir in. Her wiha li gorî daxuyaniya Wezaretê dîsa tê gotin ku heta niha 53 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku rojane bîlançoya şer radigihîne di van 11 rojan de bi dehan leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Tenê li gorî daxuyaniya HPG’ê ya duh hat eşkerekirin, 17 leşker hatine kuştin.    PIŞTÎ NESERKETINÊ KERRBÛN    Di deroperasyonên beriya niha de çapemeniya tirk eleqeyek mezintir nîşan dida. Lê di vê operasyonê de ev çapemeniya tirk tenê bi daxuyaniyên rayedaran re bi sînor dimînin. Medya îqtidarê ku roja ewil a operasyonê heta piştî nîvro jî hevokek derbarê operasyonê de derbas nekir, piştî hevokek Wezareta Parastinê, cih dan daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku xwe bi telefonê girê da navenda operasyonê û wisa operasyon ragihandin. Di dem ango opersyonên berê de şerên li wan deveran bi rojan li manşetên rojnameyan digeriyan, lê vê carê medya îqtidarê xwe kerr kiriye. Lê balkêş e ev kerkirina medyayê dikeve bi dû daxuyaniya “Neserketî bû” ya Erdogan ku ji bo operasyonê Garê gotibû.    AKAR: DANÎNA LI WAN ÇIYAYA ZOR E   Di gotinên ku ji devê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ku çû ser sînorê bakur û başurê Kurdistanê derdikevin ka TSK çiqas di operasyonê de zehmetiyan dikişîne. Akar piştî ji sînor vegeriya çû serdana navenda rêvebirinê ya operasyonê ku li Eskîşehîrê ye û daxuyanî da. “Danîna û rabûna li van çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekere xwe deynin erdê. Heta îro tişta pêwîst ku divê bihata kirin, pêk hat. Di hicûma hewayî de helîkopterên me, 300-500 sortî kirin. Lê mixabin hin welatên me digotin dostên me ne, fuzeyan dane PKK’ê. Ji ber vê yekê her yek ji van ji bo me xetere ne.”     13 SAL BERÊ BUYUKANIT GOTIBÛ    Vê daxuyaniya Akar, daxuyaniya Serferndarê Giştî yê wê serdemê Yaşar Buyukanit a 13 sal berê ku dîsa ji bo operasyona Zapê gotibû “Yên ku dibêjin zû vekişiyan e, bila biçin li wir 24 saet bimînin. Mîna ku mû ji nava mast were kişandin, bi rastî jî em pir xweşik vekişiyabûn” bi bîr xist. Piştî van gotinên Buyukanit bûbû lixwemikûr hatina ku leşker çiqas di Zapê de zoriyan kişandiye.     MA / Erdogan Altan