Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî 2021-05-03 20:38:31   COLEMÊRG - Li Çelê li hemberî avahiya qeymeqamtiyê êrîşeke bombeyî pêk hat.    Îro danê êvarî saet li dor 16.30'yî li navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî avahiya qeymeqamtiyê ya navçeyê êrîşeke bombeyî pêk hat. Nehat hînbûn bê ka di êrîşê de kes miriye an birîndar bûye. Lê belê avahiya qeymeqamtiyê texrîb bûye.    Li devera ku bûyer lê çêbû, tevdîrike dorfireh hatiye girtin.